Di nava mehekê de 390 penaber hatin dersînorkirin

  • 14:28 2 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR diyarkir ku di çarçoveya polîtakayên Tirkiye ên ku dixwaza damografiya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi guhere, di nava hefteyekê de 390 penaber dersînor kirin û şandine herêmên ku dagir kiriye.
 
Mala çavdêriya mafên mirovan a Surye (SOHR) ku navenda wê li Londraye eşkere kir ku dûh Tirkiye di nava rojê de 90 penaberên Sûriyê bi hêceta ku belgeyên wan kêmin li deriyê sînor yê Bab El Selam dersînor kirine.
 
Li gora SHOR, di nava hefteyekê de di heman deriye sînor de hêjmara penaberên ku dersînor kirin giha 390’an.
 
Tirkiye ev demek dirêje, li qadên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ên ku dagir kirî, malbatê Ereb ên Sinû ku ji Tirkiye dersînor kirin bi cih dikin. SOHR di daxuyaniyek din a ku di 27’ê Hezîranê dayî de, da zanîn ku Tirkiye di nava 72 saetan de 300 penaberên Sûriyê ji Tirkiye dersînor kirin û li qadên ku dagir kirine bi cih dikin.