ROJEVA 02'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN

  • 09:00 2 Tîrmeh 2023
  • Rojev
 
* Ji Navenda Mafê Jinan a Baroya Colemêrgê Parêzer Meryem Atmaca, diyar kir ku divê derbarê mirina bi guman a jinan de lêkolîneke baş bê kirin û teqes kujer bên cezakirin. 
 
* Çalakiya Dayikên Şemiyê ku weke çalakiya herî demdirêj a Tirkiyeyê ket dîrokê, ji bilî armanca têkoşînê, binçavkirin û zextan tenê di van salên dawî de hate rojevê. Xwepêşandan hatin îllegalkirin û çapemenî jî bi zanetî û nezantî vê yekê kir. MEDYA KRÎTÎK
 
*Li gel êrîşên li ser Bakur, Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê ku zêde bûne, Dayikên Aştiyê bal kişandin ser îxanet û hevkariyê û banga bila ev şer demek berî demekê bi dawî bibe kirin.  DÎMEN HEYE
 
*Ji bo Hediyeyê jiyan di saet 04.00'an de dest pê dike, bi keda destê xwe debara xwe dike. Çend zehmetiya kar û barê rojane tîne ziman jî xweşiya jiyana xwezayî jî bi bîr tîne.  BI DÎMEN