'Yê edaleta wî tune be ehlaqê wî jî tune ye'

  • 13:52 1 Tîrmeh 2023
  • Rojane
RIHA - Malbata Şenyaşar ku Nobeda Edaletê didomîne got: “Prensîba ewil a ku mirov bi ehlaq be, divê mirov bi edalet be. Yê edaleta wî tune be, ehlaqê wî jî tune ye.” 
 
Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 831’emîn de li mala wan a li navçeya Pirsûsa Rihayê berdewam kir. Ji ber dawiya hefteyê ye malbat li mala xwe nobedê didomîne. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê bang li Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç kir û got: “Xêzikên li ser rûyê we, tayên spî yên di porê we de, nêrînên di çavên te de. Ewqas dem û dewran derbas bûn jî lê baweriya te ya bi edaletê qet kêm nebû. Prensîba ewil a ku divê mirov bi ehlaq be, divê mirov xwedî edalet be. Yê ku edaleta wî tune be hehlaqê wî j îtune ye.”