Pervîn Bûldan: Dê xeteke nû ya têkoşînê ava bikin

  • 12:58 1 Tîrmeh 2023
  • Ramyarî
WAN - Di çarçoveya bernameya pîrozbahiya Cejna Qurbanê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan serdana navçeyên Qelqelî û Seravê kir û li vir diyar kir ku ew ê tevî hemû neheqî û bêhiqûqiyan jî xeta têkoşîna ku gel ji wan dixwaze wê bihûnînin. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di çarçoveya bernameya pîrozbahiya Cejna Qurbanê de li navçeyên Qelqelî û Seravê yên Wanê serdana gel kir û cejna wan pîroz kir û bi gel re civiya. 
 
Pervîn geşedanên di rojevê de nirxand û got ku ew ê xeteke nû ya têkoşînê ava bikin. Bûldan di serdanan de ji ber beşdariya gel a hilbijartinê û piştevaniya bo Partiya Çepên Kesk spasiya gelê Qelqelî û Seravê kir 
 
Pervîn da zanîn ku hilbijartin ji her warî ve ji bo her kesî pêvajoyek girîng e û got: “Me hedefek mezin danîbû pêşiya xwe lê em ji ber faşîzm û zextên AKP-MHP’ê bi ser neketin. Gelek xeletiyên me çêbûn. Em ê di her warî de li ser kêmasî û xeletiyên xwe bisekinin û nîqaş bikin.” 
 
Pervîn bal kişand ser xeta têkoşînek xurttir û got: “Em ê tevî hemû neheqî û bêhiqûqiyan jî xeta têkoşîna ku gel ji me dixwaze ava bikin. Em ê bi kongreya ya nû re xetek nû ya têkoşînê bidin pêşiya xwe. Li pêşiya me hilbijartina xwecihî heye ku ji bo me hemûyan gelekî girîng e. Di vê hilbijartinê de dê her kes di pêşbirkê de be û em di vê pêşbaziyê de pir girîngiyê didin Wanê. Em girîng dibînin ku ji bo bidestxistina Wanê û hemû navçeyên wê êdî dest bi xebatên xwe bikin. Em ê li gorî daxwazên we bernamzetan û namzetên hevşaredariyan diyar bikin. Hûn bixwazin kê bibe namzet, wê ev daxwaz deynê stûyê me be ku em bikin namzet.” 
 
Pervîn  anî ziman ku ew ê li dijî siberoja tarî ya desthilatdariyê ji bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk têbikoşin û wiha got: “Polîtîkayên tecrîdê di rojevê de ne û tecrîda li ser birêz Ocalan hê jî didome. Wekî din gelek hevalên me di girtîgehê de hene. Qeyûm tayînî ser şaredariyên me hatin kirin. Li dijî van hemûyan divê em zemîna mezinkirina vê têkoşînê li ser siberoja geş a Tirkiyeyê ava bikin. Em ê teqez bi ser bikevin.”
 
Pervîn piştre derbasî navçeya Seravê bû û li vir beşdarî bernameya cejnê bû.