‘Em ê qelsiyên xwe çareser bikin û qeyûman bişînin’

  • 09:02 1 Tîrmeh 2023
  • Rojane
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Hevşaredara Bajarên Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag a qeyûm tayînê şûna wê hat kirin balkişand ser hilbijartinên herêmî û got wê kêmasiyên xwe ji holê rakin û bi gel re qeyûman bişînin.
 
Di 11’ê îlona 2016’an de qeyûm tayînê 28 şaredariyên DBP’ê hatin kirin û piştî vê li her derê Kurdistan û Tirkiyeyê qeyûm hatin tayînkirin. Polîtîkayên qeyûm heta hilbijartinên 2019’an berdewam kir. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de 65 şardarî qezenc kir lê mazbata 6 hevşaredaran nehat dayîn û ya 8 heban jî hat desteserkirin. Ji bo 48 şaredariyan jî qeyûm hat tayînkirin. Tenê 6 şaredarî destê HDP’ê de man.
 
Hedefa ewil jin bûn
 
Bi tayînkirina qeyûman re texrîbatên erdnîgarî civakî û exlaqî didomin. Qeyûm çawa hatin saziyên jinan û çandî girtin. Tabelatayên Kurdî daxistin û navê polîs û leşkeran dan sazî û qadan.
 
Polîsê gumanbarê destdirêjiyê hat tayînkirin
 
Di 19’ê Tebaxa 2019’an de hevşaredarên bajarê Mezin ên Mêrdînê Fîgen Altindag û Ahmet Turk ji peywirê hatin girtin û Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman wek qeyûm hat tayînkirin.  Bi vê re di serî de nelêrêtî, bertîl, destdirêjî û gelek sûcên din hatin kirin. Di vê dema qeyûm de polîs Ercan Uysaler ku gumanbarê destdirêjiyê bû wek midûr tayînê Kent A.Ş hat kirin.
 
Goristan jî ji rantê re hat vekirin
 
Bi guherînên planên îmarê re teniştên çeman, goristan, erdên çaandiniyê  û qadên parkan ji îmarê re hatin vekirin. Mustafa Yaman ku di nelêrêtiyê de rekor şikand, ji peywira walîtî û qeymeqamtiyê hat girtin û li şûna wî Mahmut Demîrtaş wek qeyûm hat tayînkirin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag der barê polîtîkayên qeyûm de axivî.
 
‘Bajar xera kirin’
 
Fîgenê da zanîn ku bi qeyûman re zîhniyeta talan û xespê ji 2016’an de ye didome û wiha got: “Rêveberiyên herêmî yên Kurdistanê hedef hatin girtin û sedema vê jî xebatên jin û ciwanan bûn. Destkeftiyên ku berê bi kedek mezin hatibûn bidestxistin bi zîhniyeteke ku hewl dide tune bike re hatin rû hev. Em jî ji wê rojê de ye li dijî vê zîhniyetê têdikoşin. Texrîbatên ku zîhniyeta qeyûm afirandiye heye. Mêrdîn bi taybetiya xwe bajarekî pir girîng e. Lê ji aliyê zîhniyeta qeyûm ve hewl hat dayîn ku bê tunekirin. Li dijî jinan jî êrîşek cidî heye.”
 
‘Em jin li dijî talan û xespê ne’
 
Fîgenê da zanîn ew li dijî xespê ne û wiha dirêjî dayê: “Me di bin banê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên jinan de xebat dimeşand. Lê qeyûman ev xebat dan sekinandin. Karkerên jin bi mobîng, destdirêjiyê re hatin rû hev. Em bi hemû jinan re li dijî vê xesp û talanê ne. Xebatê jin û zarokan bi şaredariyê ne sînor in. Em xebatên xwe didomînin. Em ê têkoşîna xwe heta dawî bimeşînin. Piştî qeyûman hemû sûcên qirêj yên li dijî jin û zarokan hatin veşartin. Gumanbar jî bi mewkiyan hatin  xelatkirin. Gumanbar hatin parastin. Saziyên jinan girtin.Em ê wek jin û ciwan li dijî polîtîkayên şer pêngavên xwe pêş bixînin.Hilbijartinên herêmî li pêş me ne.  Îradeyek xurt a gel heye. Em dizanin ku wê qeyûm di demek nêz de biçin. Em ê kêmasiyên xwe çareser bikin û qeyûman bişînin. Em ê namzetên xurt derxin xebatan bimeşînin û bersivek baş bidin.”