Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê her kes wêneyê vê tecrîdê bibînin

  • 15:12 30 Hezîran 2023
  • Rojane
STENBOL - Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar da zanîn ku ew tecrîda li ser Ocalan wek qetlîama hiqûqê pênase dikin û got: “Divê her kes wêneyê vê tecrîdê bibînin.” 
 
Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê tev li bernameya pîrozkirina Cejna Qurbanê bû. 
 
Rêveberên partiyan, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek welatî tev li bernameyê bûn. 
 
Hevberdevk Çîgdem Kiliçgun Ûçar di bernameyê de axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. 
 
‘Divê her kes wêneyê vê tecrîdê bibînin’ 
 
Çîgdem bal kişand ser girtina rojnamevan Merdan Yanardag ku ji ber tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rexne kiribû û diyar kir ku girtina Merdan mînaka bêhiqûqiya li welêt e. Çîgdem wiha got: “Lê ji bo me ya herî girîng bêhiqûqiya li ser birêz Ocalan e ku qetlîamek hiqûqê ye. Ji ber vê yekê em difikirin ku ne tenê kurd her kesê ku li vî welatî dijî, divê dîmen-wêneyê mezin ê tecrîdê bibîne. Heya ku em li ber vê qetlîama hiqûqê re serî ranekin, îro Merdan Yanardag û sibê jî kesên din dê bi vê bêhiqûqiyê re rûirû bimînin.”