Salîha Aydenîz: Têkoşîna li dijî tecrîdê divê encamê bigire

  • 09:04 30 Hezîran 2023
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Salîha Aydenîz bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û diyar kir ku sedema krîzên heyî yên li Tirkiye û Rojhilata Navîn tecrîd e û divê têkoşîna li dijî tecrîdê encamekê bigire.
 
Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in didome û her wiha 28 mehe tu agahî jê nayên girtin. Herî dawî Buroya Hiqûqê ya Asrin ku pêvajoya hiqûqî ya Rêberê PKK’ê dişopîne li ser çapemeniya civakî bi etîketa  "#İmralıTecridineSonVerilsin da destpêkirin.
 
Hevseroka Giştî ya Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz der barê tecrîdê de pirsên me bersivandin.
 
*Du sal in agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Bi vê tecrîdê çi tê armanckirin?
 
Tecrîd ji 15’ê Sibata 1999’an de ye didome. Wek armancekê Birêz Ocalan teslîmê Tirkiyeyê kirin. Armanca wan ev bû perspektîfa jiyana azad tasfiye bikin. Modela Rojhilata Navîn a Abdullah Ocalan ji aliyê her kesî ve hat fêmkirin. 24-25 sal in tecrîd heye. Ji bo Abdullah Ocalan qanûnên taybet tên derxistin.  Tecrîda giran 28 meh in didome. Polîtîkayên tecrîda 25 salan cihê xwe negirt û ji ber vê tecrîda giran pêk hat.  Encamên tecrîdê krîz in.
 
*Tecrîd tevî ku bi salan e didome çima hiqûq pêk nayê?
 
Tecrîda li ser Ocalan pêk tê ne di hiqûqê de ne di siyasetê de ne di exlaq û ne jî di hiqûqa gerdûnê de heye. Tecrîd sûc tê hesibandin. Lê tifaqa AKP’ê hewl dide polîtîkaya xwe ya faşîst bi tecrîdê li ser gel mayînde bike. Ji ber vê jî hiqûq tune hesibandin. Tunekirina vê hiqûqê bi Tirkiyeyê bi sînor nîne. Tevî rêgezên DMME û CPT'yê hîna jî li dijî vê dijhiqûqiyê bêdengiyek mezin heye. Ji modela çareserî û pespektîfa çarseriyê ya Birêz Ocalan ditirsin. Alternatîfa çareseriyê ya Ocalan panzehra şeran e.
 
*Rola tecrîdê ya di hêzê navneteweyî de çiye?
 
Ev tecrîd ne tenê mijareke ku dijhiqûqiyê îfade dike ye. Bêdengiya qada navneteweyî ya li dijî vê dijhiqûqiyê jî nîşan dide ku hiqûqa hundir û hiqûqa gerdûnî pêk nayê. Beriya her tiştî hiqûq tê binpêkirin. Îro hem li her çar parçeyê Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê şer tê meşandin. Perspektîfa aştiyê ya Birêz Ocalan li dijî vî şerî heye. Ji ber vê jî têkiliya şer a bi tecrîdê ve di vir de ye. Şer girêdayê polîtîkaya tecrîdê ye.  Îro li Tirkiyeyê hemû gel di sînorê birçîbûnê de ne. Sînorê birçîbûnê derketiye asta herî jor. Sedema vê jî polîtîkayên şer in.
 
*Polîtîkayên şer û tecrîdê hev xwedî dikin? Hûn di vê mijarê de çi difikirin?
 
Tecrîd girêdayê polîtîka şer e. Bêdengiya li dijî tecrîdê jî bi armanca berdewamkirina polîtîkayên şer in. Heta tecrîd bi dawî nebe wê polîtîkayên şer jî bi dawî nebin. Ev polîtîkayên şer ên giran dibin xwe di qada aborî, civakî de didomînin.
 
*Qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişlo jî belkî bedewama tecrîdê ye. Di vê mijarê de hedefgirtina jinan girêdayê tecrîdê ye?
 
Ez qetilkirina wan bi tundî şermezar dikim. Ya hedef tê girtin têkoşîna jinan e. Ya hedef tê girtin têkoşîna civakî û destkeftiyên gelê Kurd in. Ev êrîşa li dijî jinên Kurd jî bi armanca pêşîgirtina paradîgmayê ye. Qetilkirina jinan bêceza tê hiştin. Li dijî jinan ev êrîş pêk tên. DAIŞ li serê cîhanê bûye bela. Bi çeteyê DAIŞ’ê re têkiliya Tirkiyeyê bi dehan carî derket holê. Lê jinên Kurd li dijî DAIŞ’ê têkoşînek mezin dan. Ji ber vê jî pêşengî û têkoşina jinan a li Rojava nayê qebûlkirin. Statuya jinan nayê xwestin.
 
*Di rojên borî de li Bismilê şerê erdan derket. Ev jî di çarçoveya polîtîkayên şer de tên nirxandin?
 
Armancek din a tecrîdê jî tunekirina zemîna polîtîk exlaqî ya Birêz Ocalan afirandiye. Bi polîtîkayên şerê taybet hewl didin Kurdan bi hev bidin şikandin. Ne tenê li Bismilê li gelek deverên Kurdistanê bûyerên wisa tên jiyîn. Ev ji ber polîtîkayên ku polîtîkayên şer afirandine pêk tên.  Îro em li welatekî ku gotina tecrîdê qedexe kiriye dijîn. Hewldana tecrîdkirina tecrîdê mijara gotinê ye. Li dijî tecrîdê divê her kes bibe xwedî berpirsiyar.  Divê têkoşîna li dijî tecrîdê encamê bigire. Ez cejna hemû îslamê pîroz dikim.