Girtiya nexweş Dîlber Tanrikulu nayê tehliyekirin

  • 09:02 30 Hezîran 2023
  • Rojane
Rojda Aydin
 
AMED - Girtiya nexweş Dîlber Tanrikulu ya ku di Girtîgeha Kandirayê de girtiye, di emrê ciwan de cezayê muebetê û 26 sal ceza lê hatiye birîn. Dîlbera ku gelek nexweşiyên wê hene, ligel ku rewşa wê ne baş e jî nayê tehliyekirin.   
 
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku her diçe giran dibe, 28 meh in bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Bi kûrbûna tecrîdê re binpêkirina mafên li girtîgehan jî  girantir dibe. Ji van binpêkirina mafan herî zêde jî girtiyên nexweş jê bi bandor dibin. Ligel hemû serlêdanên parêzer û malbatan jî di 17 mehên dawiyê de 93 girtiyan jiyana xwe ji dest dan û gelek girtiyên nexweş ên giran hene ku li benda tehliyekirinê ne. Herî dawî jî girtiyekî edlî yê bi navê K.S. ku li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê dihate ragirtin, di 11 hezîranê de li qawişa xwe bi awayekî bi guman mirî hatiye dîtin.
 
Ji van girtiyan yek jî Dîlber Tanrikulu ya li Girtîgeha Kandirayê girtiye û cezayê muebetê lê hatiye birînê ye. Dîlber di lîsteya girtiyên nexweş a “divê lez bên berdan” de ku cih digire, ligel hemû serlêdanan jî nayê tehliyekirin. Dîlber ji 2016’an heta niha girtiye pirsigirêkên nexweşiyê dijî.
 
Li bajarê rengîn tê dinyayê
 
Dîlber li navçaye Nisêbînê ya Mêrdînê di nav malbatek welatparêz de yek ji 6 zarokên malbatê wek a çaremîn tê dinyayê. Çawa ku tê gotin erdnîgarî qedera mirovan diyar dike, Dîlber jî di temenê ciwan de wek qedera erdnîgariya xwe dijî. Ji ber zextên li ser nasnameya kurdî û hebûnê di bajarê berxwedanê de dest bi têkoşînê dike. Dîlber a ku li dijî pergela baviksalar û polîtîkatên bişaftinê serî radike, di temenê xwe yê ciwan de navê xwe di dîrokê de dinivîse. Ji ber ku di dibistanên îktîdarê de perwerdehiya zimanê kurdî nayê dayîn û li dijî vê yekê di pola 11’an de dev ji dibistanê berdide. Wek jinek ciwan a kurd têkoşîna hebûnê ligel hemû astengî û êrîşan didomîne.  
 
‘Ez bûm şahidê komujî û berxwedanê’
 
Dîlbera ku di temenê biçûk de siyasetê nas dike, di hilbijartinên 7’ê Hezîran û 1’ê Mijdara 2015’an de wek jinek ciwan di xebatan de cih digire. Dîlbera ku bi têkoşîna xwe di mêjiyê hemû kesî de cih girtiye, ev sekn û berxwedana xwe di qedexeya derketina derve de jî daye nîşandan. Di sala 2015 û 2016’an de piştî ku qedexeya derketina derve hat îlankirin, Dîlber jî wek çawa ku nebatek ji axê qut nabe wê jî terka mala xwe nekir. Dîlber ku di 2022’yan de di girtîgehê de ji ajansa me re nameya ku nivîsandibû de gotibû “Ez bûm şahidê komujî û berxwedanê. Hebûna mirovan a li wir hat jibîrkirin. Şer rûyê xwe yê herî hov nîşan da.”
 
Îşkenceyek mezin lê tê kirin
 
Di 26’ê Gulana 2016’an de Dîlber bi 17 jê zarok 70 kesî re ji korîdora tê avakirin ve tê derxistin. Dîlberê ji ber parçeyên şarapnelê li çîm û milê wê dikeve bi giranî birîndar dibe. Dîlber, di roportaja ku dabû ajansa me de wiha behsa îşkenceya lê hatibû kirin, kiribû: “Dema em derketin, leşkeran îşkenceya fîzîkî û derûnî li me kir. Ji ber parçeyên şarapnelê di milê min û lingên min de xesarên mezin çêbûn. Ev ancax bi dermankirinê dikaribûn baş bibûna. Lê dema min birin nexweşxaneyê seranserê rê îşkence li min kirin. Bi pişta çekê li her derê laşê min xistin. Çîma min a parçe bûbû, hestiyê wê hemû şikest, parçe parçe kirin. Ji ber darbeyan li nexweşxaneyê malbatê ez nas nekirim. Ne tenê leşkeran. Peywirdarên tenduristiyê yên ji tenduristiya min berpirsiyar di çîma min de zirarek mezin hiştin.”
 
Sê emeliyatên giran derbas dike
 
Dîlber a ku bi giranî birîndar bûbû û bi îşkenceyê re rû bi rû mabû, ne li ambûlansê û ne jî li nexweşxaneyê ji birînên wê re tu mudaxele nayê kirin. Dîlber a ku radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê ji ber tedawiya derengmayî û îşkenceyê bijîşk dibêjin “Divê çîma te bê birîn” û bi vê yekê re sê mehan emeliyatên giran derbas dike. Di encama vê yekê de bijîşk protez dikin kulîmeka wê û ji ber vê yekê Dîlber nikare her karî bike, xwar û rast bibe. Dîlber ku hîn bi vî awayî birîndar bû û nû emeliyet bûbû wê bi lez dibin Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê. Ji ber dermankirinê dema ku diçe nexweşxaneyê jî bijîşk dibêjin “hewce bi dermakirinê tune ye.”    
 
Cezayê muebetê û 26 sal ceza tê dayîn
 
Dîlber bi îdiaya “yekîtiya welat xera kiriye” bi 70 hevalên xwe re hat darizandin û sê salan derket pêşberî dadger û di 3’yê Kanûna 2019’an de ji “xerakirina yekîtiya welat” cezayê muebetê, ji “kuştina bi qestî ” 16 sal û ji “zirar daye malê cemaweriyê” jî 3 sal, ji “bikaranîna madeyên bi xeter a bê destûr ” 7 sal û 6 meh cezat lê birîn. Ji Dîlberê re hîn di temenê xwe yê ciwan de cezayê muebeta giran û 26 sal ceza tê dayîn.
 
Gelek nexweşiyên wê hene
 
Di 2018’an de bi hinceta “baş bûye” sirgûnê Girtîgeha Jinan a Sîncanê hat kirin û bi heman nêzîkatiyê li vê derê jî rû bi rû dimîne. Dîlber ku di girtîgehên Mîdyad û Sîncanê de maye, di 20’ê Hezîrana 2022’yan de sirgûnê 1'emîn Girtîgeha Kocaeliyê hat kirin. Dîlber a ku protez di kulîmeka wê de ye, ji ber nerehetiyên dijî diçe nexweşxaneyê û tê. Di heman demê de ji ber parçeyê şarapnelê di milê wê de heye pirsgirêkên tenduristiyê dijî, ji be parçe di cihekî tehlûke de ye bijîşk nikarin derbixin. Dîlber ligel van nexweşiyan, nerehetiya dil dijî û di kapaxa dil de pirsgirêk heye. Dîlber a ku divê bihata dermankirin û di bin kontrola doxtor de bûna, ji ber Covîd-19 şertên dermankirinê kêm bûye. Her wiha pirsgirêka mîde û roviyan jî dijî. Ji ber di girtîgehê de derfetên dermankirinê tune ye, tedawiya wê jî baş nayê meşandin. Lê belê Dîlber ligel hemû şert û mercên zehmet jî di girtîgehê de têkoşîna xwe bê navber didomîne.