Li Kirikkale û Dîlokê 5 kesî bi guman jiyana xwe ji dest dan

  • 21:01 29 Hezîran 2023
  • Rojane
KIRIKKALE/DÎLOK- Li navçeya Bahşili a Kirikkaleyê sê zarokên ketin Kizilirmakê  û her wiha li Dîlokê yek jê zarok du kesên ketin çemê Sacir bi guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li navçeya Bahşili a Kirikkaleyê sê zarokên ku hat îdiakirin ku goga wan ketiye Kizilirmakê û ketine avê piştî demekê winda bûne. Ekîbên tenduristî, îtfaye û tenduristiyê hatin cihê bûyerê û her wiha ekîba xilaskirinê ya şaredariya Kirikkaleyê hat cihê bûyerê.
 
Ji bo sê zarokên temenê wan navbera 14 û 15’an de diguherî xebat hat destpêkirin. Di encama xebatan de zarokê bi navê H.S.H yê 15 salî hat dîtin. Piştre jî H.M.H yê 16 salî û O.M yê 15 salî cezana wan hat derxistin.
 
Cenaze ji bo otopsiyê rakirin morga saziya tipa Edlî
.
Dîlok
 
Li Çemê Sacir ê navçeya Tilbişar a Dîlokê welatiyên bi navê Nîdal Abdullah Elhamed (19) û Alî El Abdullah (15) bi awayekî biguman mirî hatin dîtin. 
 
Tîmên noqavê yên kesên derdorê ku ferq kirin gazî cihê bûyerê kirin, cenazeyên ciwanan ji çem derxistin. Cenazeyên ciwanan rakirin Saziya Tiba Edlî û hate zanîn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.