Kongra Star: Zîlan bûye xeta şoreşa jin û azadiyê

  • 11:21 29 Hezîran 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star destnîşan kir ku ew ê bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bibin şopdarên xeta Zeyneb Kinaci (Zîlan). Her wiha hat gotin:"Zîlan bûye xeta şoreşa jin û azadiyê."
 
Meclîsa Kongra Star bi minasebeta salvegera 27'an a şehadeta pêşenga xeta azadiya jinê Zeyneb Kinaci (Zîlan) daxuyaniyek nivîskî weşand.
 
Di daxuyaniyê de têkoşer Zîlan û hemû têkoşerên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn û soza şopandina rêya wan hat dayîn.
 
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku têkoşer Zîlan bi çalakiya xwe bûye qêrîna jinên ku ji bo jiyan û welatê xwe têkoşiyane; her wiha dîrok nivîsandiye, bûye navenda xeta bîrdozî, şoreşa jin û azadiyê.
 
Hat diyarkirin ku têkoşer Zîlan felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan raxistiye ber çavan, lewma îro bi hezaran keç û xort wê ji xwe wekî meşaleya azadiyê dibînin.
 
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Kongra Star jî li ser vê şopê dimeşe û hat gotin: “Em weke Kongra Star li beramberî xeta Zîlan şêwazê têkoşîn û çalakiya xwe di ber çavan re derbas dikin. Em soz didin ku em ê bi dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî bibin şopdarên xeta Zîlan.”