‘Bila Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî azad bin’

  • 19:25 28 Hezîran 2023
  • Rojane
SWÎSRE-Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya NY’yê berdewam e. Vê hefteyê, siyasetmedarên Belûc ên sirgûn jî piştgirî dan çalakiyê.Di çalakiyê de daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî hat kirin.
 
Çalakiya ji bo pêkanîna azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji 25’ê Çileya sala 2021’ê ve her roj Çarşemê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, berdewam e. Vê hefteyê, siyasetmedarên Belucistanî yên li sirgûnê ji bo piştgiriyê tevli çalakiyê bûn. Daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar hat dayîn. 
 
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK-Ge) Mehmet Latîf Çelebî axivî. Mehmet Çelebî, got ku 30 meh in ku ew tecrîda li dijî Abdullah protesto dikin û tehemula Kurdan ji tecrîdê re nemaye. Mehmet anî ziman ku saziyên navneteweyî di mijara tecrîdê de bi erka xwe ranabin û rexne li helwest û nekirina dengê xwe ya Komîteya Girtina Ber Li Îşkenceyê (CPT) kir.
 
Mehmet her wiha destnîşan kir ku heta dawî li tecrîda li ser Abdullah Ocalan neyê ew ê li hemû qadan bin û bi lêv kir ku azadiya Kurdan girêdayê azadiya Abdullah Ocalan e.
 
Ji bo hemû girtiyan azadî
 
Raportorê NY’yê yê Belûcistanê Munîr Mengal ku bi pişt re axivî, got ku qedera wan û Kurdan yek e. Munîr Mengal got ku welatê wan jî mîna Kurdistanê dagirkirî ye û di serî de Abdullah Ocalan, daxwaza azadiya hemû girtiyên siyasî kir. Munîr berdewam kir: “Kurd û Belûc li Kanadayê bi hevparî têdikoşin û got ku ji bo daxwazên xwe yên hevpar bînin ziman li ber NY’yê hatine ba hev.”
 
Seroka Parlamentoyê ya li sirgûnê Prof. Naela Qaudrî Baloch jî diyar kir ku têkoşîna wan û Kurdan dişibe hev, du gelên ku xwişk û birayên hev in divê di qada navneteweyî de bi hevparî têbikoşin.
 
Piştî axaftinan dest bi çalakiya rûniştinê hat kirin.