KCDK-E bi peyamekê Cejna Qurbanê pîroz kir

  • 18:32 28 Hezîran 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - KCDK-E bi peyamek nivîskî Cejna Qurbanê pîroz kir.
 
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyan a Ewropayê (KCDK-E), bi peyameke nivîskî Cejna Qurbanê pîroz kir.
 
KCDK-E di daxuyaniya xwe de wiha got: “Erdoganê dîktator û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku Tirkiye û Kurdistan kirine cihê komkujiyê, hêj jî li Şengal, Başûr û Rojava, li hemû Kurdistanê êrîşan dikin. Kurd, wê bi sekina xwe ya rûmetyar, bi ruh û kevneşopiyên xwe yên bi piştevanî, cejnê bikin wesîleya aştî û piştevaniyê. Li dijî gefên dagirkirinê ku li Kurdistanê berdewam in, divê em ji berê bêhtir li yekitiya xwe ya neteweyî bibin xwedî. Em KCDK-E, bi hêviya ku bi vê cejnê ji bo gelê me û mirovên bindest azadî, wekhevî, xwişk û biratî, demokrasî û edaletê çêbibin, di serî de Kurd, dibêjin bila li hemû mirovahiyê pîroz be. Me hêvî ew e ku vê cejnê piştevanî û parvekirin zêdetir bibin.”