Li Bazîdê kevirên goran hatin texrîbkirin

  • 16:40 28 Hezîran 2023
  • Rojane
AGIRÎ - Kêlên gorên endamên HPG’ê yên li Goristana Bajar a Koçkiranê bi boyaxên spreyê hatin texrîbkirin. 
 
Kêlên gorên endamên HPG’ê yên li Goristana Bajar a Koçkiranê ya navçeya Bazîd a Agiriyê bi boyaxa spreyê hatin texrîbkirin. Hat dîtin ku kêlên gelek goran bi boyaxa reş a spreyê hatine boyaxkirin.