Serdana Goristana Gazî hat kirin

  • 14:52 28 Hezîran 2023
  • Rojane
STENBOL - ANYAKAY-DER'ê bi munasebeta Cejna Qurbanê çû serdana Goristana Gazî ya li navçeya Sultangazî ya Stenbolê. Gelek kesên tevlî serdana goristanê bûn peyama wê ala têkoşînê bê hilgirtin hat dayin. 
 
ANYAKAY-DER'ê bi munasebeta Cejna Qurbanê çû serdana Goristana Gazî ya kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ya li navçeya Sultangazî ya Stenbolê. Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Amedê Ceylan Akça, DBP, HDP, Nûnerên SGDF'ê tevlî bernameya serdana goristanê bûn. 
 
Rêzgirtin
 
Gelek kes li Cemevi ya Gaziyê hatin gel hevdu bi qurnefîlên di destên xwe de ber bi goristanê ve meşiyan. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Li vir dirûşma "Şehîd namirin" hat berzkirin. Hevseroka ANYAKAY-DER'ê Evin Genç di serdana goristanê de axaftineke kurt kir. 
 
'Em ê ala têkoşînê hilgirin'
 
Evînê berî dest bi axaftina xwe bike bertek nîşanî dorpêçirina polîsan da û got ew ê ji têkoşîna xwe ya azadiyê gavê paşde neavêjin. Evînê got:"Em ê ala têkoşînê hilgirin."
 
Piştre kesên tevlî bernameyê bûn qurnefîl danîn ser gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyanax we ji dest dane.