Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan: Şoreşa jinê azad nake ne şoreş e

  • 09:14 28 Hezîran 2023
  • Rojane
 
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar dike ku bingeha pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên civakî pirsgirêka jinê ye û got divê malên jiyana azad, avahiyên azad ên jinan hebin û divê lêgerîna jina azad bikeve bingeha xebatan. Abdullah Ocalan her wiha kuştinên jinan jî wek hovîtiyeke mezin dinirxîne û dibêje şoreşa jinê azad nake ne şoreş e, rêxistina ku jinê bi rêxistin nake ne rêxistin e.
 
Polîtîka û êrîşên desthilatdariyê yên li hember destkeftiyên jinan qadên biewle yên jinan tune dike. Rojê herî kêm 3 jin tên qetilkirin. Li gorî nûçeyên ku her meh JINNEWS kom dike di meha gulanê de 39 jin hatine qetilkirin û 23 jinî jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Me nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên der barê tundî û qetilkirina jinan de kiriye û pêşniyarên alternatîf kom kirin. Abdullah Ocalan di hevdîtinên bi heyeta Îmraliyê re yên navbera salên 2013-2015’an de azadiya jinê jî dinirxîne.
 
‘Azadiya jinê têkoşîna Sakîneyê ye’
 
Abdullah Oalan di hevdîtina 23’yê Sibata 2013’yan de  diyar dike ku gelê ku jinên wan ne azad bin, şansa wan a azadiyê jî tune ye û wiha dibêje: “Em tevgera azadiya jinê dijîn. Sakîne Cansiz mînakek e. Jiyana Sakîneyê mînak e.  Azadbûna jinê têkoşîna Sakîneyê ye. Divê jin azad bin. Lehengên mezin ên jin hene. Pîroziya jiyanê girîng e. Divê jin dest ji koletiyê berdin. Azadbûna jinê xwedavendî ye.”
 
‘Jina azad wek rojê hiltê’
 
Di hevdîtina 18’ê Adara 2013’yan de Abdullah Ocalan diyar dike ku divê li Rojhilata Navîn jin bilind bibin û wiha dibêje: “Divê hûn xwe pêş bixînin. Jin dema li malê bimînin dibin kole. Teşekirina jinê li gorî min dijexlaqî ye. Jinên azad wek rojê vedijin. Gotinên jin û jiyanê pir girîng in. Bila jinên azad bigihêjin. Divê malên jiyana azad, avahiyên azad ên jinan hebin. Divê cihên ku jin lê biryara xwe didin hebin. Kedê bidin. Bawer bikin. Xebatên ku jinan esas digirin gelek girîng in.”
 
‘Nêrîna mêr hilweşînin’
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina 3’yê Nîsana 2013’yan de jî diyar dike ku jin ji bo jiyana azad hewl didin û van tiştan dibêje: “Jiyanek bê jinê nabe. Dibêjin ‘ya tu ya min î ya jî ya axê.’, ‘ço ji ser pişta jinê nedin alî, ji zikê wê jî sîpe kêm nekin’. Ev çandek bi xof e. Xebatên jinan kêm nekin. Navendên jinan girîng in. Em dikarin bêjin kolektîfên jinan. Divê qadên xebatên parvekirina civakî û aborî yên jinan hebin. Bi mêran bawer nekin. Nêrîna mêr hilweşînin. Jintî tiştekî bi heybet e. Ez nabêjim bila malbat tune bibin. Ev di pirtûka min ya ‘Kuştina Mêr’ de baş tê fêmkirin.”
 
‘Jin dikarin xwe ji vê koletiyê xilas bikin’
 
Di hevdîtina 14’ê Nîsana 2013’yan de Abdullah Ocalan balê dikşîne ser koletiya 5 hezaran salan a li ser jinan û got “Jin dikarin xwe ji vê koletiyê xilas bikin. Min deriyê faşîzmê yê mêr vekir. Hîna jî li ser dixebitim. Hemû jiyanê wek civakî û estetîk hûn dikarin diyar bikin. Jin dibêjin ‘wê kî min bigire’ û diçin mêrên ku pereyên wan zêde ne. Ev nexweşiyek pir ne baş e. Yên jiyanek estetîk ava bikin hûn in. Yên mêrên çavsor rast bikin hûn in. Sebra we heye. Keda we heye. Bixwe bawer bin.”
 
‘Hûn ê xwe ji nû ve biafiarînin’
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina 7’ê Hezîrana 2013’an de wiha dibêje: “Wekhevî û azadî bi çareserkirina pirsgirêka jinê dikare çareser bibe. Şoreşa me di heman demê de şoreşa jinê ye. Em ê koletiya jinê ji holê rakin. Ev ne şoreşek çînî ye.  Şoreşa jinê şoreşa pêşeng e. Rewşa jinan bi xof e. Betal in. Jin ji ber betaliyê diçin cihên din. Hûn ê xwe biafirînin. Mêrê ku jinê tîne vê rewşê jî alçax e.”
 
Di hevdîtina 8’ê Sibatê ya 2014’an de jî ev nirxandin tê kirin: “Divê jin nasname û azadiya xwe nas bike. Ez mînaka Kesîreyê bidim. Min qezenckirina mêrtiyê bi kuştina jinê nekir, pê bawer nekir. Min bi wê dest bi têkoşîna jinê kir. Mêr di mijara jinê de her tim qels in. Di têkiliyê de tu wek kole li jinê binêrî tu diqedî. Her roj bi dehan jin tên kuştin. Jiyanek bi heybet bi jinê re dikare bê jiyîn. Lê îro jin di rewşek pir nebaş de ne. Ez wisa dibêjim ‘şoreşa ku jinê azad nake ne şoreş e. Rêxistina ku jinê bi rêxistin nake ne rêxistin e.”
 
‘Jin hatine girêdan’
 
Di hevdîtina 1’ê Hezîrana 2014’an de jî Abdullah Ocalan destnîşan dike ku bingeha pirsgirêka Kurd û pirsgirêka civakê de pirsgirêka jinê heye û wiha didomîne: “Kuştinên jinan gihiştine astek dijwar. Divê tu kes vê qebûl neke. Tu bi jinekê re jiyanê nizanibî tu nikarî şoreşê bikî. Tu nikarî şaredartiyê bikî.”
 
Di hevîtina 15’ê Tebaxa 2014’an de jî Abdullah Ocalan balê dikşîne ser pergala kapîtalîst û diyar dike ku her hevjînek tecawizkar e û wiha dibêje: “Ji min baştir li cîhanê tu kesê ku sosyolojiya jinê bike tune. Divê jin bên xurtkirin. Jin ne keça bav ne hevjîna mêr, wê xwebûn be. Divê  jin ferzkirinên malbatê qebûl nekin.”
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina 4’ê Sibata 2015’an de jî diyar dike ku çareseriya li dijî tundî û destdirêjiya jinê ev e ku rêxistinên jinê bi sosyolojiyeke kûr re bi rêxistibûna civakî re bê çareserkirin û wiha dibêje: “Jin divê li dijî kuştinan xwe biparêzin û bi parastina cewherî xwe biparêzin. Parastina rewa her kes dike. Her kom li qada dimîne parastina xwe dike.”