Li Taxa Şêxmeqsûdê cejna qurbanê

  • 08:32 28 Hezîran 2023
  • Rojane
HELEEB-Li Taxa Şêxmeqsûdê cejna qurbanê di bin zextên hukumeta Şamê de tê pêşwazîkirin. 
 
Bi hatina cejna qurbanê welatiyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ji aliyekî bi kelecanekê ji aliyekî jî di bin zextên hukumeta Şamê de cejna qurbanê pêşwazî dikin. Bi taybet piştî ambargoya ku li ser taxê hat kirin û berdewam e êdî cil û berg, xwarin û pêdivîyên jiyanî bi pereyên buha tên kirîn. Xelk nikarin gelek pêdiviyên xwe bigirin lê belê li gel vê yekê jî cejna qurbanê tê pêşwazîkirin.