Li Stenbolê beriya cejnê serdanên goristanan

  • 20:19 27 Hezîran 2023
  • Rojane
STENBOL- Li Stenbolê bi wesîleya cejna qurbanê li navçeyên Kuçukçekmece û Umraniyê serdanên goristanan pêk hat. Parlamentera Partiya Çep a Kesk Kezban Konukçu axivî û diyar kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye.
 
Li navçeyên Umraniye û Kuçukçekmeceyê beriya cejnê  serdanên goristanan pêk hat.  Partiya Çep a Kesk, HDP, DBP,  Komeleya Alîkariya Kesên Xizmên Xwe Winda Kirine Yên Anadolu (ANYAKAYDER), Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan a Marmarayê (MA-TUHAYDER), Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) di çarçoveya cejna qurbanê de çûn serdanên goristanan.
 
Umraniye
 
 Li Goristana Ilhamurkaya gorên kesên di komujiya Pirsûs û Garê de jiyana xwe ji dest dan hatin ziyaret kirin. Parlamentera Partiya Çep a Kesk Kezban Konukçu axivî û diyar kir ku divê li dijî êrîşan ligel hev cih birin û got: “Divê em li dijî êrîşan ligel hev cih bigirin. Îro Merdan Yanardag ji ber got tecrîd hat girtin. Bi vê hewl didin çavê gel bitirsînin. Lê tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Em ê şûnde gavê navêjin.
 
Kuçukçekmece
 
Rêveberên Partiya Çep a Kesk li navçeya Kuçukçekmece li goristana Kanarya çû serdana goran. Parlmaenter Çîçek Otlu û Ceylan Akça, endamên însiyatîfa Dayikên Aştiyê, TJA û gelek kes tevli bûn. Kesên tevlibûn qurnefîl danîn ser goran.
 
Di serdana goristanan de di axaftinên hatn kirin de peyama berdewamkirina têkoşînê hat dayîn.