Dayika Aştiyê Hanse Bulut tehliye bû: Serbilind im ne poşman im

  • 15:04 27 Hezîran 2023
  • Rojane
 
 
ÎZMÎR - Dayika Aştiyê Hanse Bulut ji ber ferzkirina poşmantiyê qebûl nekir tevî nexweş bû jî înfaza wê hat şewitandin. Hanse ji Girtîgeha Jinê ya Şakranê hat tehliyekirin. Hanse got:"Serbilind im ne poşman im. Heta hêza min têr bike ez ê dev ji doza xwe bernedim."
 
Di 10'ê Îlona 2021'ê de Dayika Aştiyê Hanse Bulut a 65 salî li semta Çimentepe ya Konaka Îzmîrê hatibû girtin. Hanse ji Girtîgeha Jinê ya Şakranê hat tehliyekirin. Hasneyê di 2015'an de di serdema qedexeya derketina derve de li Nisêbînê ji ber ji mala xwe derneket bi îddiaya "alîkariya bi rêxistinê" hat girtin. Hanse di 24'ê Adarê de ji ber ferzkirina poşmantiyê qebûl nekir loma jî înfaza wê sê mehan hat taloqkirin. 
 
'Serbilind im ne poşman im'
 
Malbata Hanse û nûnerên TUHAYDER'ê ew pêşwazî kirin. Hanse ya li ber girtîgehê axivî diyar kir ku ew ji ber doza Nisêbînê hatiye girtin û serbilind e. Hanse da zanîn ew ne poşman e û got :"Heta hêza min têr bike ez ê dev ji doza xwe bernedim. Hevalan gelekî silav kirin. Dibe bedena min niha li derve be lê belê nêviyê rihê min li hundur ma. "
 
'Poşmantî hat ferzkirin'
 
Hanse da zanîn li hundur dadgeheke din hatiye avakirin û got:"Mudur û dozgeran ba me dikirin û digotin hûn poşman in? Me jî digot em em poşman in em çima ceza digirin wê demê? Ji min re digotin tu çima naçe ba girtiyên edlî. Min jî got ka li dosyaya min binêrin bê lê çi dinivîse? Gotin jixwe tu yê êşa vê zêdetir bikşîne ger tu nebêje ez poşman im tu yê hîn zêde razê. Min poşmatî qebûl nekir loma jî cezayên min zêde kirin."
 
'Lêgerinîn li qawişan vedugerin eziyetê'
 
Hanse da zanîn dema li qawişan lêgerîn çêdibûn pembolyên li ser kursiyan dihatin derxistin û got eziyet li wan dikirin û got lê heta em bigihêjin armanca xwe em serbilind in."