Ji TEV-DEM'ê peyama Cejna Qurbanê

  • 09:44 27 Hezîran 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya Cejna Qurbanê peyamek weşand.
 
TEV-DEM'ê Cejna Qurbanê li tevahî pêkhateyên Sûriyeyê pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya aştî û hezkirinê.
 
Peyama TEV-DEM'ê wiha ye:
 
''Em Cejna Qurbanê li tevahî malbatên şehîdan, birîndarên şer, gelê me yê berxwedêr û tevahî pêkhateyên civaka Sûriyeyê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev boneya pîroz bibe wesîleya pêkanîna aştî û istiqrarê li tevahî Sûriye û herêmê, nemaze piştî têkçûna koma Astanayê. Her wiha em bi hêvî ne ku çareseriyeke bingehîn pêk were da ku şadiya boneyên nîştimanî û olî bixe dilê tevî pêkhateyan.
 
Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê hîna cejnan û tevahî boneyan vediguherînin roja tundî û terorê û li ser civakên ewle ferz dikin, pêkhateyan ji pêkanîna ayn û urfên nirxên exlaqî bêpar dihêlin. Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê bi êrişên xwe yên hovane yên li her herêmên herî ewle kirinên herî hovane pêk anîn, bi balafirên şer û yên bê mirov serdestiya welatên derdorê binpê dike û rojane sivîlan dikin hedef. Hikumeta AKP'ê ya terorîst tu nirxî nade cejnan û hurmeta mirovahiyê, sûc û komkujiyan li dijî gelên me û nirxên wê dike.
 
Em Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), careke din cejna gelê xwe pîroz dikin û di wê baweriyê de ne ku aştî û hezkirin bi rêya diyalogên navxweyî ya bêyî destwerdanên herêmî û navneteweyî pêk were. Ji bo çareseriyeke aştiyane ku dawî li gef û nakokiyên siyasî bîne, ji bo ku xweşiya cejnan li ser rûyê zarokên me û tevahî gelên herêmê vegere, her wiha ji vegera ewle ya tevahî koçberan li warê xwe, bila dewletên garantor hebin."