ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2022'YAN

  • 09:00 27 Hezîran 2023
  • Rojev
 
*Parêzera ÇHD’ê Yagmur Kavak da zanîn ku tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her diçe giran dibe û li  civakê belav dibe û wiha vegot: “Dema mijar dibe Abdullah Ocalan CTP û Tirkiye bêdeng dîmînin. Tecrîd dijhiqûqî ye û bêdengî jî polîtîk e. Li dijî vê divê hestiyarî û têkoşîn hebe.” DÎMEN HEYE
 
*Rêvebera MED-DER’ê Dîlan Guvenc, diyar kir ku serlêdanên ji bo kursên ziman dê 2’yê tîrmehê de bi dawî be û dê di 6’ê tîrmehê de jî dest bi perwerdê bikin û got: "Di nav rojekî de 110 kes serî li komeleyê dan û niha ji serlêdan didomin. Her wiha em dixwazin xwe bigihînin zarokên li tax û gundan û li wan deran jî kargehên çand û ziman li dar bixin. Armanc parastina ziman e." BI DÎMEN 
 
*Sekretera Jinan a Egîtîm Senê Zelîha Danyelî da zanîn ku zarokê bi navê Abdulbakî Dakak yê bi guman jiyana xwe ji dest bû û nûçeyên der barê wî de hatibûn çêkirin hatibûn astengkirin û got sedema wê ev e ku bandora medereseyan a li ser zarokan neyê bihistin. Zelîhayê got bi projeya ÇEDES’ê ji bo dibistan veguherin medreseyan pêngav hatiye avêtin. BI DÎMEN 
 
*Jinên karkerên çandiniyê diyar kirin ku krîza aborî giran bibe jî rojaneya wan naguhere û keda jinan nayê dîtin. Jinan daxuyakirin ku yên kedê didin ew in yên qezenc dikin jî patron in. BI DÎMEN