Têkoşer Zîlan li Kobanê hat bibîranîn

  • 14:47 26 Hezîran 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kobanê Zeynep Kinaci (Zîlan) di 27’emîn salvegera şehadeta xwe de, hat bîranîn.
 
Kongra Star a Herêma Firatê bi wesîleya 27’emîn salvegera şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan) civînek lidar xist.
 
Bi sedan jin û şêniyên Herêma Firatê tevlî civînê bûn. Civîn li Navenda Çand û Hunera Baqî Xido hat lidarxistin. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama Kongra Star Rûdem Ehmed axivî û wiha got: “Zîlanê bi eşqa azadî û soza avakirina civaka Kurd canê xwe feda kir. Zîlanê wiha digot, ‘Eger ji canê min zêdetir tiştekî din heba, min ê fedayê axa Kurdistanê bikira’. Dijmin digot, ‘me li ser Kurdan beton rijand û Kurd êdî tune ne’. Zîlanê ev tişt berovajî kir û riya berxwedanê da pêşiya xwe. Em ê wek jin heta dawiyê li pey xeta Zîlan bin û riya wê heta dawiyê bişopînin, heta avakirina civakeke exlaq û polîtîk."
 
Piştre nasnameya şehîd Zîlan hat xwendin û piştî xwendinê Sînevîzyon hat pêşkêşkirin. Di sînevîzyonê de qala berxwedan û têkoşîna jina Kurd a di dîrokê de hat kirin.
 
Civîn bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.