Li Amedê heqê rê buha bû

  • 11:32 26 Hezîran 2023
  • Rojane
 
AMED - Li Amedê heqê wesayîtên nava bajar ji 6,5 TL’an derket 10 lîreyan. 
 
Serokatiya Odeya Ajokaran a Amedê ji bo li veguhestinê zem were kirin serî li Serokatiya Daîreya Veguhestinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (UKOME) da. Di encama serlêdana ji bo UKOME’yê de ji bo heqê veguhestina nava bajar 3,5 TL zem hate kirin. Bi vê yekê re heqê rê yê nava bajar ji 6,5 TL’an derket 10 lîreyan. Her wiha ji bo heqdestê terîfeyan jî zem hate kirin. Tê payîn ku terîfeya bizem dê di 3’yê tîrmehê de bikeve meriyetê. 
 
Li gorî biryara hatiye dayîn terîfeyên nû wiha ne: 
 
* Otobûsa gel: 8 TL 
 
* Bileta tam a otobûsa gel a taybet: 10 TL
 
* Mînîbûs: 10 TL
 
* Xwendekar: 6 TL