Xebatkarên Jineolojiyê yên Elmanî: Jinên kurd îlhamê didin

  • 10:15 26 Hezîran 2023
  • Rojane
 
Fatma Gokhan
 
SILÊMANÎ - Navenda Hafiza û Lêkolîn, Arşîv, Pirtûkxane ya Jinên Kurd a xeyalê rojnameger, endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel bû, vebû. Jinên ciwan ên Elmanî yên tevlî vekirina Navenda Hafiza û Lêkolîn, Arşîv, Pirtûkxane ya Jinên Kurd bûn wiha gotin:"Jinên kurd îlhamê didin, çimkî ew tenê ji bo azadiya xwe şer nakin." 
 
Navenda Hafiza û Lêkolîn, Arşîv, Pirtûkxane ya Jinên Kurd a xeyalê rojnameger, endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel bû, vebû. Di 4'ê Cotmeha 2022'yan de rojnameger, endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li Silêmaniya Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin û li ser xeyalê wê Navenda Hafiza û Lêkolîn, Arşîv, Pirtûkxane ya Jinên Kurd ava bû. Ji gelek aliyên cîhanê ji 300'î zêdetir jin tevlî vê vekirinê bûn. Jinên li ser navê Komîteya Jineolojiyê ya Elmanyayê tevlî vekirinê bûn hest û fikrên xwe ji JINNEWS'ê re rave kirin. 
 
'Jinên kurd ji bo hemû jinên li cîhanê dibin îlham'
 
Zina V. Gemeinsam Kampfen, da zanîn jinên kurd ji her kesî re perspektîfekê pêşkêş dike û bal kişand ser pirtûkxaneya hat avakirin û wiha got:"Ji ber îro ez li vir im û ez tevlî vekirina vê pirtûkxaneyê bûm bi rastî jî ez gelekî kêfxweş im. Çimkî avakirina dereke jin xwe dikarin lê îfade bikin kelecanê dide mirov. Gelek saziyên me yên lêkolîn û perwerdeyê hene. Wekî jin famkirina dîroka xwe gelekî girîng e. Ji ber vir hat avakirin ez gelekî bi kelecan im. Ji her derê jin hatine vir û kedê didin. Ka wê çi bikin gelo? Di vê mijarê de gelekî bi kelecan im. Em hêvî dikin em jî bibin perçeyekî ji vê yekê. Jinên kurd ji bo hemû cîhanê îlhamê didin. Em jixwe vêya li her derê cîhanê dibînin. Gelek jinên îlhamê ji wan digirin hene. Çimkî bi rastî jî nêrînekê pêşkêşî me dikin. Hêzeke zêde didin me. Ji bo têkoşîna me ya jinên Elmanî û yên cîhanê hêzê didin me. Ev kedeke mezin e."
 
'Jineolojî fersenda avakirina girêdana bi çanda me re dide me'
 
Barbara jî bal kişand ser pêşxistina Jineolojiyê û jêderka wê ya îlhamê û wiha pê de çû:"Ji ber ez li vir im bi rastî ez gelekî bextwar im. Çimkî dîtina hemû jinan a li vir û xelaskirina wan a kar gelekî xweş e. Jineolojî îlhamê dide Elmanyayê. Çimkî metotên pir cuda pêşkêşî me dike. Jin û pirtûkên li vir îlhamê didin me. Vî dîmenî em her tim nikarin bibînin. Jineolojî fersenda avakirina girêdana bi çanda me re dide me."
 
'Ji bo azadî û guhertinê qadek e'
 
Luna da zanîn ku vekirina pirtûkxaneyê wê bibe sedema gelek gavên guhertinê û wiha pê de çû:"Ji ber lihûrbûna li ser dîroka Jineolojiyê û dîtina pirtûkên li vir ên nayên zanîn ez kêfxweş bûm û di bin bandora vê yekê de mam. Ev tiştekî bi efsûn e. Ji bo min jin û dîrok gelekî girîng in. Ev yek li vê pirtûkxaneyê pêk tê. Mirov li ser dîroka jinê kûr dibin. Ez yeka wekî li Elmanyayê dijîm naxwazim tenê haya min ji Elmanyayê hebe, nêrîna cihên cuda yên cîhanê ji bo min girîng e. Jinên kurd îlhamê didin, çimkî ew tenê ji bo azadiya xwe şer nakin. Ji bo azadiyê û guhertinê ev pirtûkxane alternatîfek e. Li vir jin dikarin werin gel hevdu û dikarin li ser fikir û potansiyela xwe biaxivin. Ji ber ez îro bûme perçeyekî ji vê yekê û ji bo min we hemû dîtine ez gelekî kêfxweş im. "