Hejmara 184'emîn a Xwebûnê derket

  • 09:45 26 Hezîran 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 184’emîn a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Bersiva li dijî êrîş, dagirkerî û xiyanetê parastina statuya Rojava ye” derket. 
 
Mijara manşete nivîsên nîvîskarên rojnameyê Felemez Ulug û Zana Welat in. Her du nivîskaran di nivîsên xwe de li ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava û serdana Barzanî ya Tirkiyeyê rawestiyane. 
 
Di rûpelê jinê de bi Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn re li ser astengkirin û binçavkirina Dayikên Şemiyê nûçeyek hatiye çêkirin. Di heman rûpelî de li ser xeta têkoşînê ya Zeynep Kinaci jî nivîsek hatiye nivîsandin. 
 
Her wiha di rûpelê de hevpeyvînê yê rojnameyê de li ser darizandina DAIŞ’iyan hatiye rawestandin û der barê mijarê de bi hiqûqnas Xalid Cebir re hatiye axaftin.  
 
Di rûpelê çandê de bi Hozan Kawa re li ser xebatên wî yên muzîka kurdî nûçeyek hatiye amadekirin. 
 
Beşa duyemîn a dosya Zinar Ronî ya der barê armanca avakirina HUDA –PAR’ê jî di vê hejmarê de hatiye dayîn.