Girtiya nexweş surgunî girtîgehek bê asansor kirin

  • 09:04 26 Hezîran 2023
  • Rojane
 
STENBOL- Hazîne Alçi ya 24 sale girtiye û  bi protezê  dijî, serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê jê re rapora ‘di alî tenduristiya kes de bikaranîna asansorê ferze’ daye û piştî vê bersivê bi lez surgunî girtîgeha Gebzeyê hat kirin. Nivîna wê ya ortopedîk jî piştî du mehan şûnde bi 750 lîra gîhandin Hazîneyê. Yekane daxwaza Hazîneyê dermankirin e.
 
Hazîne Alçi ji Hezex a Şirnexê ye û ji doza PKK'ê girtî ye. Hazîne di 1999’an de dema 25 salî bû ji Ermenîstanê teslîmî Tirkiyê hat kirin. Li gorî daneyên ÎHD’ê Hazîne yek ji girtiyên nexweş ên giran e. Hazîne ya ku 50 salî ye di pêvajoya girtinê de bi gelek binpêkirinan re hat rû hev.
 
 Hazîne ji girtîgeha Jinan a Bakirkoyê surgunî girtîgeha Gebzeyê hat kirin. Hazîneyê ku bi çekê birîndar bibû û çima wê de xesar çêbibû ji çonga wê heta kulîmeka wê parçe bû û platîn lê bi cih kirin. Ji ber vê wê her tim bi platîn bimîne. Hazîneyê nêzî 18 salan e bi platînê hewl dide li ser piyan bimîne. Di cotmeha 2009’an de li Nexweşxana Lêkolînê ya Samatyayê proteza wê hat guhertin. 
 
Malbatê gotibû Hazîne di meha Nîsanê de bêyî hincet surgunî girtîgeha jinan a Gebzeyê hatiye kirin û beriya bê surgunkirin jî ATK’ê rapor amade kiriye. Malbatê wiha gotibu: “Di raporê de tê gotin ku Hazîne di şertên girtîgehê de bimîne jî divê li cihekî bi asansor bi cih bibe û nikare di derenceyan re hilkişe. Dîsa di raporê de tê gotin ku divê demildest bê amelyetkirin. Lê Dozgeriya Bakirkoyê û îrada girtîghê rapor girtin, rapor niha ligel wan e. Hazîneyê got nivîn tune ye û li qada hevpar radizê.  Du hefte berê bi wesîleya 19’ê Gulanê roja sêşemê me hevdîtina vekirî pêk anî. Nivîna ku me taybet girtibû nebirine wir. Beramberê vê pere xwestin. Me 750 lîra pereyê kargoyê şand. Lê hîna jî neşandine. Ji ber vê niha li mutbexê radizê.”
 
5 sal in plantîn nayê nûkirin
 
Malbatê wiha dirêjî daye: “Xwarinên girtîgehê nayên xwarin. Hazîneyê got ji kantînê zeytun û penîr digirin. Dadgehê daxwaza amelyetê red kir. Di pandemiyê de bijîşkan li ruyê wan mêze nedikir. Rewşa Hazîneyê ne başe. Vîdeyên platîna wê sist bûn 5 sal e derbas bûye. Bi vî awayî têkoşîna jiyanê dide. Daxwaza Hazîneyê ev e ku demildest bê dermankirin. Ger hiqûq û demokrasî hebûna wê Hazîne bihata berdan. Lê ji ber em Kurd in vê rewa dikin.”
 
Rapora 'dikare girtî bimîne'
 
Di cotmeha 2009’an de li Nexweşxana Lêkolînê ya Samatyayê protez hat guhertin. Hazîneyê diyar dike ku ev protez dişibe îskela înşatê û li her çar alî protezê bizmar hene. Hazîne divê bi rêk û pêk bê kontrollkirin. Lê mixabin her tim tê astengkirin.  Her wiha Saziya Tipa Edlî jî ji bo Hazîneyê rapora dikare girtî bimîne daye.
 
Bi gopal li ser piyan dimîne
 
Hazîneyê di 10’ê Çileya 2022’yan de peyamek bi hevkariya parêzerên xwe şand ajansa me û got: “Kalîta protezê evqas xerabe, tê de bizmar têl û her tişt heye. Mixabin ji ber şertan dermankirina min jî nabe. Ji ber nexweşxana ez emelyet kirim got em te nikarin emelyet bikin tu yê li ser maseyê bimînî. Yanî na ku mirin, gotin tuyê êdî neyê ser xwe. Ji ber vê du gopalan bi kar tînim. Tevî vê rapora dikare girtî bimîne’ dan min.”
 
Jiyana wê zehmet dike
 
Hazîneyê di pêvajoya pandemiyê de ji ber wê 14 rojan tenê di hucrê de bimîne neçû nexweşxaneyê. Hazîneyê diyar kiribû ku ji ber di odeyê de tuvaleta alaturka heye gelek pirsgirêkan dijî.
 
Cezayê hucrê!
 
Malbata Hazîneyê  meha Çile çibû hevdîtinê û Hazîneyê peyamek ji ajansa me re şand. Malbatê diyar kir ku Hazîne ne tê dermankirin ne jî dibin nexweşxaneyê. Malbatê wiha got: “Êşbirekê jî nadinê. Êşên wê hene. Bi gopal dimeşe . Tevî her tiştî têkoşîna jiyanê dide. Ji ber Hazîneyê gotiye ‘bi tenduristiya min re eleqeder nabin’ hefteyek cezayê hucrê danê.”
 
Têkoşîna wê didome
 
Malbatê got divê platîna Hazîneyê biguhere û tevî hemû tiştî Hazîne bi morelek mezin têdikoşe û ji bo Hazîneyê sewkî Nexweşxana Lêkolînê ya Hasekî bê kirin daxwazname ji dadgehê re nivîsîne û wiha gotin: “Ji bo Hazîne bê berdan  û dermankirina wê bê kirin me daxwazname nivîsî. Lê qebûl nekirin. Xwarinên girtîgehan gelek xerabin. Baş xwedî nabin. Porsiyonên wan biçûk in. Ji Kantînê penîr û zeytunan digirin. Me ji Hazîneyê re şimikên ortopedîk girtin lê ew jî qebûl nekirin. Her tiştî ji kantînê digirin.”
 
Hazîneyê bi hevkariya malbatê daxwazên xwe ragîhadin û diyar kir ku divê demildest bê dermankirin û ev tecrîd bi dawî bibe.