DBP'ê kongreya xwe ya awarte pêk anî

  • 12:51 25 Hezîran 2023
  • Ramyarî
ENQERE - DBP'ê  5'emîn Kongreya xwe ya Awarte pêk anî, Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir careke din ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 5'Emîn Kongreya xwe ya Awarte li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ya Enqereyê li dar xist. Hevserokên DBP'ê Salîha Aydenîz, Keskîn Bayindir, nûnerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek kes tevli kongreyê bûn. Li salonê pankartên "Ciwanên Kurd pêşengên Ronesansa Rojhilata Navîn in" û "Hûn hilweşînin em jin ji nû ve ava bikin" hatin daliqandin.
 
Banga azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan
 
Kongeryê bi merasîma ji bo kesên li Qamişloyê di encama êrîşên SÎHA'yan de hatin qetilkirin û hemû têkoşerên azadiyê hat destpêkirin. Axaftina vekirinê ya kongeryê ji aliyê Bedriye Yorgun a li dîvanê cih digirt ve hat kirin.
 
Bedriye behsa pêvajoya hilbijartinê kir û careke din bi bîr xist ku mekanîzmayên rexne û xwerexnekirinê div rojevê de ne. Bedriye bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got, hemû saziyên navneteweyî tecrîdê rewa dikin. Bedriye destnîşan kir ku divê xeta têkoşînê ya ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan bê berfirehkirin. Bedriye piştî axaftina xwe rojeva kongreyê ragihand.
 
'Em têkoşînê didomînin'
 
Piştî veguhertina rojeva kongreyê, Alîkarên Hevserokên Giştî Zekiye Îlbasan û Faruk Tatli mafê axaftinê girtin. Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Pakîze Sînemîllîogû jî mafê axaftinê girt û anî ziman ku ew ne bêhêvî ne. Pakîze got, “Em her sibe çavê xwe bi êrîş, binçavkirin û girtinan vedikin. Lê ligel van hemûyan jî em têkoşîna xwe didomînin. Ger hûn hebin û em hebin dê têkoşîn bidome. Heta ku pirsgirêka kurd li vî welatî çareser nebe, ne demokrasî û ne jî aştî nayê welêt. Em ji bo aştiyê israr dikin."
 
Hevserok dê li ser karê xwe bimînin
 
Piştî axaftinan rapora xebat û malî ya DBP'ê hat xwendin. Kongre bi rojeva hilbijartinê hat berdewamkirin. Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir ku duh ji Partiya Kesk a Çep îstifa kiribûn, di serdema nû de bi yekdengî ji bo Hevserokatiya DBP'ê hatin hilbijartin.