ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2023'YAN

  • 09:00 25 Hezîran 2023
  • Rojev
*Jinên siyasetmedar diyar kirin ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan demildest bê rakirin û bi pergala hiqûqa dijminatiyê ya AKP-MHP’ê re CPT jî bê bandor maye. Jinan diyar kir ku divê tecrîd bidawî be û wiha vegot: “Rojeva me ya sereke tecrîda li Îmraliyê ye. Divê tecrîd rabe û em ê ji bo rakirina tecrîdê bi hev re têbikoşin.” BI DÎMEN 
 
*Jina bi navê Remziye Çalan a ku li taxa Şilbê ya Yenîşehîrê karê dirûnkariyê dike, di temenê biçûk de xwe fêrî dirûnê dike. Karê dirûnkariyê ji Remziyeyê re weke kevneşopiyekê maye û ew jî fêrî jinên ku ji ber şêrê Sûriyeyê neçar mane koç bibin, dike. Remziye bi vê yekê re rihê piştevaniya jinê mezin dike. BI DÎMEN 
 
*Di cejnê de zêde xwarin û şîraniyê, dibe sedema gelek pirsgirêkên tendursistiyê yên nexweşên dil, gurçik, keze, şekir û tanisyonê. Diyetîsyen Tugba Kuçuk da zanîn ku ji bo pêşî li pirsgirêkên biçûk bên girtin divê baldarî li xwarinê hebe. BI DÎMEN 
 
*Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît da zanîn ku çekdariya şexsî li Kuridstan û Tirkiyeyê pir zêde bûye û kuştinên jinan jî girêdayê vê zêde dibin. Gulcanê li her qadê banga têkoşînê kir û banga hestiyariyê li raya giştî kir. DÎMEN HEYE