'Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 824 roj in berdewam dike

  • 14:46 24 Hezîran 2023
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 824 roj in didome, di çalakiya îro de ev bang hat kirin: "Berxwedana bi israr a dayikê dê edaletê bîne vî welatî." 
 
Li navçeya Pirsûs a Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de xizm û parêstvanên parlamenterê AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz du law û hevjînê Emîne Şenyaşar qetil kiribûn. Li dijî vê Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar ê ku ji bûyerê bi birîndarî filitî di 9'ê Adara 2021'ê de li ber Edliyeya Rihayê Dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Nobeda malbatê di roja 824'an de dewam dike. Malbatê ji ber ku dawiya hefteyê nobeda xwe ya îro li mala xwe ya li Pirsûsê dewam kir. 
 
Malbata di çalakiya îro de ev peyam parve kir: "Hêvikirin têkoşîn e. Bi têkoşînê em ê mafê hêviyê bi dest bixin. Berxwedana dayikê li dijî bêedaletî û xirabiyê ye. Berxwedana bi israr a dayikê dê edaletê bîne vî welatî."