Li aqûbeta Ramazan Yuce yê 31 sal berê hat qetilkirin, hat pirsîn

  • 13:20 24 Hezîran 2023
  • Rojane
 
 
AMED - Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan, di çalakiya hefteya 750’emîn de li aqûbeta Ramazan Yuce yê ku hat qetilkirin, pirsîn.
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 750’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li ber Peykerê Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta wêneyên windayan û yên hatine qetilkirin li ser, hat vekirin. Vê hefteyê li aqûbeta Ramazan Yuce yê ku di 29’ê Hezîrana 1992’yan de li navçeya Farqînê ya Amedê ku hat qetilkirin, hat pirsîn.
 
‘Em di têkoşîna xwe de bi biryar in’
 
Di destpêkê de Serokê Şaxa ÎHD’ê yê Amedê Abdullah Zeytun axivî. Abdûllah, anî ziman ku li dijî tundiya dewletê ya sîstematîk, binpêkirina mafên mirovan a dewletê ya salên 90’î û piştî wê 750 hefte ne têkoşîna xwe didomînin. Abdûllah, diyar kir ku ew 30 sal in li korîdorên edliyeyan hewl dane dengê xwe ragihînin û li dijî binpêkirina mafên mirovan ên giran ketine nava lêgerîna edaletê. Abdûllah, destnîşan kir ku li dijî tundiya sîstematîk a dewletê ketine nava rê û rêbazên lêgerînê û got ew di hefteya 750’emîn de ew daxwazên xwe careke din dubare dikin. Abdûllah, wiha domand: “Li dijî bêdengiyê em tu carî bêdeng neman. Bi têkoşîna xwe em hewl didin ku ji vê tundiyê re bibin bersiv.  Li dijî tundiya sîstematîk bi awayekî rêxistinî bi hemû rêxistinên maf û demokrasiyê re têkoşîna xwe meşand û em  bi biryar in ku em bimeşînin.”
 
‘Me têkoşîna wan dewr girt’
 
Piştre rêhevalê Ramazan, Hevseroka Şaxa 1’em a Egîtîm Senê ya Amedê Emîne Akşahîn axaftinek kurt kir. Emîne jî da zanîn ku rêvebirekî Egîtîm Senê û perwerdekarekî baş bûye û wî têkoşîna ked û demokrasiyê dida. Emîne, da xuyakirin ku Ramazan rojekê li kolanê hatiye qetilkirin û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê salên 90’î ku wek dîroka tarî tê zanîn, wê demê kesên kurd bi zorê hatin windakirin, înfazkirin û qetilkirin. Wê demê bi awayekî sîstematîk sûcên mirovahiyê hatin pêkanîn. Bi hezaran kurdên ku xwedî hişmendiyek polîtîk bûn ji aliyê hêzên tarî ve hatin qetilkirin. Ev qas sal derbas bû jî hîn êş û şewata dil û rondikên çavên dayikan nesekiniye. Ger ku em dixwazin edalet û azadiyek civakî pêk were divê ew demên tarî bên ronîkirin.  Pêwîst e ku em bi dîroka xwe bên rû hev. Me jî wek parçeyekî ji vê pêvajoyê têkoşîna hevalên xwe dewr girt. Ji bo ku edalet pêk were û kiryar derbikevin pêşberê darazê em ê têkoşîna xwe bimeşînin.”
 
Piştre çîroka Ramazan Yuce ji aliyê endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdenîz ve hat xwendin.
 
Firat, anî ziman ku Ramazan Yuce li Farqînê dijiya û bavê 7 zarokan bûye û got di qedroya Xizmetê ya Dibistana Herêmê ya Razanê ya Farqînê de cih digirt. Firat, destnîşan kir ku Ramazan di darbeya 1980’ê de tê binçavkirin, bi îşkenceyek mezin re rû bi rû dimîne û piştre tê berdan. Firat, da xuyand ku Ramazan piştre gelek caran hatiye binçavkirin û bi îşkenceyên mezin re rû bi rû dimîne.
 
Firat, berdewamiyê de wiha pê de çû: “Di salên di navbera 1991 û 1997’an de li Farqînê gelek zêde bûyerên kiryar nediyar çêdibûn. Rêxistinên hîzbûllahê wê demê bi piştgiriya dewletê ve li navenda navçeyê gelek bûyerên kiryar nediyar pêk anîn. Ji kesên ku bûn qurbanê van bûyeran yek jî Ramazan Yuce ye.  Keça Razaman Yuce wê demê di encama êrîşa hîzbûllah de bi giranî birîndar dibe. Malbat wê demê tim di bin zext û gefan de bûye. 
 
Razaman Yuce di 29’ê Hezîrana 1992’yan de ji bo ku dibistana amadehiyê ji derve xilas bike ji bo ezmûnan diçe Amedê. Wê serê sibehê ji hevjînê xwe re dibêje ‘ez diçim, lê belê min xewnên xirab dît. Ger ku tiştek bê serê min keça min a destgirtî bizewicînin.’ Dema ku ji Amedê vedigeriya Farqînê li ser Kolana Lalebeyê êrişa çekdarî lê tê kirin. Ramazan Yuce li wê derê jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê wî li navenda Farqînê tê definkirin. Ji ber ku wê demê cihê şînê gelek qerebalix bûye, dîsa wê demê hêzên tarî êrîşê merasîmê dikin. Bûyer ji wê rojê vir ve di fermiyetê de wek bûyerên kiyar nediyar cih digire. 
 
Em ji vir careke din dibêjin ku bila rastî derbikevin holê û kesên berpirsyar bên tespîtkirin û derbixin pêşiya darazê. Beriya 31 salan li van kolanên teng Ramazan Yuce hat qetilkirin, em ji bo wî edaletê dixwazin.”
 
Daxuyanî bi deqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.