Dayikên Şemiyê dîsa hatin astengkirin: Hûn ê hesab bidin!

  • 12:31 24 Hezîran 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Dayikên Şemiyê xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. Polîsan tevî biryarên binpêkirinê yên AYM’ê jî dîsa êriş kirin û 28 Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan kirin binçavan. Li ser binçavkirina Dayikên Şemiyê daxuyaniya Hûn ê hesab bidin hat dayin. 
 
Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayên xwe bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 952’yemîn de li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî bi qerenfîlên di destên wan de meşiyan Qada Galatasarayê. Tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) derbarê qedexekirina qadê de biryarên “binpêkirinê” daye jî lê di hefteya 11’emîn de polîsan Dayikên Şemiyê dorpêç kir. Polîsan êrişî çalakiyê kir û Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî di nav de gelek parêzvanên mafên mirovan kir binçavan. 
 
Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku 28 kes ji wan hatine binçavkirin. 
 
Navên binçavkiriyan wiha ne: 
 
Hanîfe Yildiz, Îrfan Bîlgîn, Îkbal Eren Mîkaîl Kirbayir, Masîde Ocak, Hasan Karakoç, Eren Keskîn, Gulseren Yolerî, Leman Yûrtsever, Umît Efe, Merîç Eyuboglû, Hatîce Onaran, Cuneyt Yilmaz, Cîhan Kaplan, Ayşe Çelîk, Îsmaîl Yucel, Devrîm Bariş Yilmaz, Pelîn Laçîn, Sema Kiliç, Esmanûr Yildiz, Nezaket Sena Çakirgoz, Yaşar Aktaş, Alî Tosûn, Yakûp Ozdemîr, Aylîn Tekîner, Arat Dînk, Hatîce Korkmazi Kenan Yildiz. 
 
Hûn ê hesab bidin!
 
Piştre Parlamentera Partiya Çep a Kesk Çiçek Otlu axivî. Çiçekê da zanîn Dayikên Şemiyê ne bi tenê ne û diyar kir ku ew ji bo Dayikên Şemiyê ji bo windayan li wir in û got,"Hûn ê hesab bidin'"