Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd tê vekirin

  • 12:13 24 Hezîran 2023
  • Rojane
 
Fatma Gokhan 
 
SILÊMANÎ - Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd, xewn û projeya Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel bû, dê îro li Silêmanî bê vekirin. 
 
Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê, rojnameger û akademîsyen Nagîhan Akarsel di 4'ê Cotmehê 2022'yan de li Silemaniyê hat qetilkirin. Xewn û projeya Nagîhanê ya avakirina Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd pêk tê. Navend îro bi tevlîbûna jinên ku ji Rojhilata Navîn û Ewropayê hatin bê vekirin. 
 
Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd, salek beriya niha li Silemaniyê ketibû meriyetê. Di çarçoveya projeyê de xebatên ji bo veguheztina berhemên jinên cîhanê ji bo nifşên paşerojê û her wiha berhemên nivîskî, devkî, mîtolojîk, helbestî, dengbejî û xêzkirina jinên Kurd ên ji dîrokê heta niha bêne kirin.
 
Armanc ew e ku bibe pirtûkxaneyek ji berhemên ku têkoşîn, hilberandin, çand û hişmendiya jinan ji demên berê heta niha li Kurdistanê nîşan dide û navendek arşîv û bîranînê ye ku ne tenê berhemên nivîskî, lê yên dîtbarî û bihîstinî yên jinên kurd tê de werin berhevkirin û parastin.
 
Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd, îro dê saet 17.00'an de bê kirin û bername dê heta sibê berdewam bike.