ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2023'YAN

  • 09:00 24 Hezîran 2023
  • Rojev
 
* Seroka Komeleya Mafê Mirovan a Stenbolê Gulseren Yolerî da zanîn ku dema nû de wê xebatên xwe bidomînin û got: “Parêzvanên mafê mirovan di her şert û mercî de amade ne ku bixebitin. Komeleya Mafê Mirovan di têkoşîna xwe ya 37 salan de ev zelal dîtine. Em ê jî di vê çarçoveyê de xebatên xwe bidomînin.” BI DÎMEN 
 
* Parlametnera Partiya Çep a Kesk Burcu Gul Çubuk diyar kir ku beriya zîrveya Astana hevseroka Kantona Qamişloyê, cîgira wê û ajovanê wan hedef hatine girtin û bi vê êrîşê Tirkiyeyê niyeta xwe diyar kiriye. Burcuyê got: “Dema jin mekanîzmayên xwe ava dikin jî xetere tên dîtin.” DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka giştî ya SES’ê Gonul Adibellî, da zanîn ku kuştinên jinan ên li her qadê pêk tên wek ‘sedemên malbatî’ tên nîşandan û got: “Em dizanin ku ev kuştin mixabin bi sedemên malbatî tên nirxandin. Polîtîkayek ji aliyê desthilatdariyê ve tê meşandinê heye. Jin li dijî van polîtîkayan têdikoşin.” DÎMEN HEYE
 
*Welatî îsal jî  di bin siya qeyrana aborî de cejnê pêşwazî dikin. Fîrdefs Poyraz a ku ji bo cejnê dan û stendinek kêm kiriye diyar kir ku ew çend tiştên biçûk bi 2 hezar TL girtine û diyar kir ku ji bo malbeteke 3 kes pêdiviyên xwe yên pêwist bigire herî kêm 5 hezar TL divê. BI DÎMEN
 
* Endama Meclîsa Partiyê ya PYD’ê Revan Mihemed ku der barê komxebata ‘Rojhilata Navîn ya Demokratîk- di riya diçe aştiyê de em bi hev re’ ya li Beyrutê pêk hat û ji 13 welatan kes tevli bûn de axivî û diyar kir ku hemû kesên tevli komxebatê bûne diyar kirine ku çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, Îmraliye û projeya netewa demokratîk e. BI DÎMEN 
 
* Piştî qetlîama li Bismilê jinan bang li herdû malbatan kirin û gotin di zûtirîn dem de aştî di navbera her du malbatan de pêk were, divê jin pêşengiya vê yekê bikin. BI DÎMEN