Leylana Sidîq pirtûka xwe îmze kir

  • 21:24 23 Hezîran 2023
  • Rojane
AMED - Helbestkar û nivîskar Leylana Sidîq li Weşanxaneya J&J'yê ya li Amedê pirtûka xwe bi tevlîbûna gelek nivîskar û helbestkaran îmze kir.
 
Li Weşanxaneya J&J'yê ya li semta Ofisa Yenişehira Amedê bi tevlîbûna gelek nivîskar û helbestkaran bernameya gotubêj û roja îmzeyê ya nivîskar û helbestkar Leylana Sidîq hat lidarxistin. Bernameyê saet di 18.30'an de dest pêk kir. Leylana berî pirtûka xwe ya bîranînê ya bi navê "Bîra Hêviyê" îmze bike derbarê pirtûka xwe û çîroka xwe ya nivîsandinê axivî. Leylana piştre jî pirtûka xwe îmze kir.
 
Çîroka nivîsandina Leylana
 
Leylana tevî ku çavên wê baş nabîne jî ji bo guhdarkirina pirtûkan û nivîsandina bi zimanê dayikê têkoşîneke mezin dide. Leylana bal kişand ser zehmetîyên di warê nivîsandinê kişandine û têkoşîna ku di vî warî de daye. Her wiha Leylana bal kişand ser girîngî û taybetmendiya li ser nivîsandin û xwendina bi zimanê dayikê.
 
Piştî gotubêj û îmzeyê helbest hatin xwendin û stran hatin gotin. Piştî xwendina helbest û gotina stranan bername bi dawî bû.