Ji Dayika Aştiyê Hayriye re ceza hat xwestin

  • 15:37 23 Hezîran 2023
  • Hiqûq
 
AMED - Derbarê Dayika Aştiyê Hayriye Turkekul de bi îdaya "endamtiya rêxistinê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat xwestin. 
 
Danişîna biryarê ya doza derbarê Dayika Aştiyê Hayriye Turkekûl (73) de ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye vekirin li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Hayriye û parêzerê wê Mehdî Ozdemîr di danişînê de amade bûn. Danişîn bi dûbarekirina dozger a mutalaayê dest pê kir. Dozger, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakî û aktîvîte û çalakiyên greva birçîbûnê ku Hayriye tevli bûye weke hêmanên sûc nîşan dan. Dozger piştgiriya Hayriye a ji bo Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a di sala 2019’an de kete çalakiya greva birçîbûnê kiriye û endamtiya wê ya Komeleya Jinan a Rosayê ye kir hincetê “endamtiya rêxistinê”.
 
Parêzer Mehdî Ozdemîr, diyar kir ku muwekîla wî Hayriye Turkekûl bêsûc e û daxwaza beraeta wê kir. Hayriye jî parastina xwe ya beriya niha dubare kir û daxwaza beraeta xwe kir. 
 
Şandeya dadgehê mutalaaya dozgeriyê esas girt û li Hayriye 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birî. 
 
Beriya niha jî têkildarî endamtiya Komeleya Jinan a Rosayê ku kirin hinceta ceza girtina Hayriyeyê, derbarê Fatma Gultekîn de jî doz hatibû vekirin. 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê derbarê Fatmayê de biryara beraetê dabû.