Salek şûnde li 3 rojnamegeran doz hat vekirin

  • 13:55 23 Hezîran 2023
  • Hiqûq
 
ENQERE - Rojnamegerên li Enqereyê xwestin ji bo hempîşeyên xwe yên li Amedê hatibûn girtin çalakiyê li dar bixin lêdan xwaribûn û salek şûnde jî doz li wan hat vekirin. 
 
Rojnamegeran li Enqereyê xwestin ji bo hempîşeyên xwe yên di 16'ê Hezîranê de  li Amedê hatibûn girtin di 5'ê Tîrmeha 2022'yan de çalakiyê li dar bixin. 
 
71'emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Enqereyê îddianameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat amadekirin qebûl kir û dirûşma wekî 9'ê Çileya 2024'an hat diyarkirin. Polîsan li Sibel Yukler Deniz Nazlim û Yildiz Tar da û derbarê wan de doz hat vekirin. 
 
Biryara neşopandinê 
 
Rojnameger Sibel Yukler Deniz Nazlim û Yildiz Tar bi rapora lêdanê giliyê polîsan kiribûn lê berlê derbarê vê yekê de biryara neşopandinê hat dayin.