Bêrîtan Canozer hat tehliyekirin

  • 11:00 23 Hezîran 2023
  • Rojane
AMED - Derbarê nûçegîhana me Bêrîtan Canozer de biryara tehliyekirinê hat dayin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de di 25'ê Nîsanê de Bêrîtan Canozer jî hat binçavkirin û bi 4 hempîşeyên xwe hat girtin. Derbarê nûçegîhana me Bêrîtanê de biryara tehliyekirinê hat dayin. 
 
Tedbîra kontrola edlî hat sepandin
 
Dadgehê biryara qedexeya derketina derve da û Bêrîtanê tehliye kir. Her wiha danişîna yekem a dozê jî dê di 25'ê cotmehê de bê dîtin.