Parêzer Mîrîam Fîedîng: CPT divê peywira xwe bi cih bîne

  • 09:08 23 Hezîran 2023
  • Rojane
 
 
ENQERE - Parêzer Mîrîam Fîedîng diğyar kir ku şerê ku desthilatdariyê li hember Kurdan û hemû gelênTirkiyeyê daye destpêkirin zilm e û bang li  CTP ya ku raporên der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 27 mehe agahî jê nayê girtin, aşkera nake kir û got divê peywira xwe ya etîk û siyasî bîne cih.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. Tecrîd û komploya li hember Ocalan 24 sal in didome. Ji 25’ê Adara 2021’ê de 27 meh in agahî jê nayê girtin. Hemû serlêdanên ji bo hevdîtina Îmraliyê tên kirin jî bê bersiv tên hiştin. Hevdîtin bi hinceta cezayên dîsîplînê tên qedexekirin. Serlêdan  û bang ji aliyê wezareta dadê ve ji nedîtî ve tên.
 
 Tecrîda ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tê meşandin, der barê şikandina tecrîdê de li qada navneteweyî jî ji bo şikandina tecrîdê, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, nîqaşan dimeşîne, panel û konferansan pêk tîne. Endama Delegaasyona Girtîgehan a 2023’an  parêzer Mîrîam Fîedîng der barê tecrîda girankirî de, nêzîkatiya saziyan de û pêngavên çareseriyê yên ku divê Tirkiye bavêje de nirxandin kir.
 
 ’Li dijî muxalîfan şer hatiye destpêkirin’
 
Mîrîam da zanîn ku  di 10 salên dawî de ji aliyê desthilatdariyê ve bi tedbîrên hatine girtin pergala darazê zirarek mezin dîtiye û got: “Li dijî gelan şer hatiye destpêkirin û gel ji mafên demokratîk bêpar hatiye hiştin. Ji hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê şûnde li Tirkiyeyê hiqûq û pergala darazê zirarek mezin dîtiye. Li dijî muxalefetê pêla operasyon û girtinê pêk hat.  Siyasetmedarên Kurd, yên bi îradeya gelê Kurd hatin hilbijartin hatin girtin. Qeyûm tayînê şaredariyan hatin kirin. Şaredar ji peywirê hatin girtin.”
 
‘Di bin bêdengiyê de peymanên koçberiyê hene’
 
Mîrîam ku tevli konferansa 13’ê hezîranê bû got gelek mijarên hatine nirxandin ji bo ku saziyên Ewropayê bikevin tevgerê nîqaşkirine û  wiha dirêjî daye: “Di konferansê de rewşa gelê Kurd, zextên li ser Kurdan zextên li girtîgehan, rola CPT, tecrîda li ser birêz Ocalan û gelek mijarên din hatin nîqaşkirin. Ev ji bo ku saziyên Ewropayê bikevin tevgerê hatin nîqaşkirin. Ji ber vê hewcedariyê ev mijar hatin nîqşakirin. Li dijî van pêkanînan bêdengiyek heye.  Tevî hukmên Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê, Yekitiya Ewropa û Konseya Ewropayê bêdengiyek heye. Sedema vê bêdengiyê jî peymanên koçberiyê hene. Divê yekitiya Ewropa û saziyên navneteweyî di mijara tundiya li ser muxalîfan de Tirkiyeyê hişyar bike û pêkanînên xwe bîne cih. Pêkanînên Tirkiyeyê zilm in. Divê zext li Tirkiyeyê bên kirin. Ev li gorî min pêngavek girînge.”
 
‘Tecrîdê bandor li ser hemû girtîgehan kiriye’
 
Mîrîam der barê tecrîda tê meşandin de wiha bi lêv kir: “Wek hiqûqnasekê bêjim tunekirina hiqûqê bi rastî ji bo min rewşek bi xof e. Di dema çavdêriyên runiştin û tecrîdê de daxwazên parêzeran yên ji bo xwestina delîlan her tim tên redkirin. Mafê girtiyan tune tên hesibandin. Girtî di grevên birçîbûnê de dimrin. Hevdîtinên bi malbat û parêzeran re tên astengkirin. Tecrîda li ser birêz Ocalan li ser hemû girtiyan tê meşandin.”
 
‘Divê CPT raporan aşkera bike’
 
Mîrîam wiha dawî li axaftina xwe anî: “Du sale agahî ji Îmraliyê nayê girtin. Ji ber vê gelek girînge ku CPT raporan aşkera bike.  CPT di meha îlona 2022’an çû serdana Îmraliyê. Rapora CPT gelek girînge. Divê demildest bê aşkerakirin.Ger Tirkiye di mijara weşandina raporê de ne di heman fikre de be jî peywirek etîk û siyasî ye ku CPT raporê aşkera bike. Aşkerakirin peywira etîk û siyasî ya CPT ye.”