Gotina bijîşk a ji bo girtiya nexweş: Dikare salek din jî girtî bimîne

  • 09:03 23 Hezîran 2023
  • Rojane
 
 
Marta Somek
 
STENBOL - Girtiya nexweş a giran Ayfer Ayçîçek a sewqî nexweşxaneyê hat kirin bijîşk jêre got ‘tu dikarî salek din jî girtî bimînî’.  Ayferê da zanîn ku bi alîkariya hevalên xwe moral dibîne û têkoşîna jiyanê dide.
 
Ayfer Çîçek di 2007’an de li Edeneyê bi îdiaya endamtiya rêxistinê hat binçavkirin û hat girtin. Ayferê 15 sal in girtiye û di 10’ê Gulanê de ji Girtîgeha Jinan a Tîpa M ya Gebzeyê sewqî Nexweşxaneya Nexweşiyên Sînîr û Derûnî ya Bakirkoyê kirin. Ayfer di 2017’an de 40 rojî li Nexweşxana Nexweşiyê Sînor û Derûnî ya Bakirkoyê hat girtin û bi hevkariya parêzeran nameyek şandibû û di nameyê de diyar kiribû ku ji ber îşkence û binpêkirinan naxwaze li wir bimîne. Piştî vê Ayfer dîsa hat sewqkirin û bijîşkan ji malbatê re gotin wê tenê 'bikeve heyetê'.  Malbatê jî diyar kiribû ji ber rewşa Ayferê bi fikar in.
 
Daxwaza tehliyeyê kir
 
‘Qanûna Der barê Înfaza Tedbîrên Ewlehî û Ceza’ ji xalên ku rewşa berdana bi şert a girtiyan pêk tê. ‘ji bo ji mafê ‘Berdana bi şert’ ya di çarçoveya qanûna hejmara 5275 hatiye amadekirin, fêde bê girtin divê pêvajoya înfazê ‘bi rewşa baş’ derbas kiribe. Di vê çarçoveyê de girtiya nexweşa giran Ayferê di mijara  2022’yan de daxwaza tehliyeyê kir û xwest ji xala 16’emîn a der barê ji ber nexweşiyê taloqkirina ceza fêdeyê bigire. Di vê xalê de tê gotin ku girtiyên bi nexweşiya hiş dikevin infaza wan tê paşxistin û heta girtî baş nebin dikarin li saziyek tenduristiyê bên dermankirin û ev dema li saziya nexweşxaneyê tê derbaskirin jî wek li girtîgehê derbas kiriye tê hesibandin.
 
6 meh şûn de sewqî nexweşxaneyê hat kirin
 
Ayferê agahî da ajansê û got ji bo daxwaza tehiyeya wê bê nirxandin girtîgehê ew di 10’ê Gulanê de sewqî Nexweşxaneya Nexweşiyên Sînîr û Derûnî ya Bakirkoyê kirin. Ayferê anî ziman ku di 17’ê Gulanê de derxistine lijneyê 15 rojan li nexweşxaneyê maye û got niha li bende rapora ku SaziyaTipa Edlî (ATK)  ne. Ayferê diyar kiribû wê rapor ji aliyê heyetê ve çend roj şûnde bê amadekirin û encama wê ji wan re bê ragihandin.
 
Ayferê rewşa tenduristiyê û agahiyên bijîşkê di heyeta nexweşxaneyê de cih digire ji JINNEWS’ê re vegot.
 
Dikare salek din jî girtî bimîne!
 
Ayfer ku bi mereq li bende rapora ATK’ê ye da zanîn ku di vê pêvajoyê de li Nexweşxaneya Nexweşiyên Sînor û Rih a Bakirkoyê bijîşkê di heyetê de gotiye ku rewşa te musaît e ku tu salek din jî girtî bimînî. Ayferê daxuyakirin ku bijîşk hîna rapor amade nekiriye û got bijîşkan gotine ku nexweşiya te ji sala 2014’an baştir e.
 
Ji jiyana komunal moral digire
 
Ayferê destnîşan kir ku dermanên xwe bi kar tîne û got bi salane tevî îşkence û zextan tu carê dest ji têkoşîna xwe bernedaye. Ayferê da zanîn ku bi jiyana komunal bi hevalên xwe re dimeşîne  moral dibîne û got salek maye ji qedandina cezayê wê re û yekane daxwaza wê eve ku bê tehliyekirin û dermankirina xwe bidomîne.
 
Derbarê Ayfer Çîçek de
 
Ayfer Ayçîçek di 2007’an de li Edeneyê hat binçavkirin û girtin. Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) yek ji girtiyên nexweş a giran a girtiyên li girtîgeha Marmarayê ye. Ayfer ku bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat darizandin û 22 sal û 11 meh ceza girt, niha li girtîgeha Tîpa M ya Jinan a Gebzeyê girtiye. Di pêvajoya girtinê de gelek binpêkirin, destdirêjî û îşkence li Ayferê hatin kirin. Dema nû hat girtin 8 mehan di hucreya yek kesî de girtin û piştre jî surgunê gelek girtîgehan hat kirin. Li her girtîgehê jî pêkanînên cuda lê hatin kirin.
 
‘Doz lê hat vekirin’
 
Ayferê di şertên girtîgehê de nerehetiyên psîkolojîk jiya. Der barê Ayferê de ku dema li girtîgeha Alanyayê dima bi sûcdariya ‘zirar daye malê cemaweriyê’ doz lê hat vekirin. Ayferê ji ber binpêkirinên li girtîgehan, ku pirsgirêkên tenduristiyê pê re peyda bûn nikaribû îtîraz bike û cezayê Ayferê di vê pêvajoyê de teqez bû. Piştre surgunî Girtîgeha Jinan a Gebzeyê hat kirin. Ayfer meh û nîvekê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sînîr û Tenduristiya Derûnî ya Bakirkoyê hat dermankirin. Li wir jî gelek zextên psîkolojîk û îşkence lê hat kirin. Ayfer ku neçar e dermanên xwe demek din jî bi kar bîne niha bi piştgiriya hevalên xwe yên qawişê moral û motîvasyona xwe diparêze.
 
Piştî nûçeya me derman danê
 
Ayfer 15 sal in girtiye 4 sal in bi rêk û pêk bi antîdepresanan re çar dermanên din ên giran bi kar tîne. Ayferê di tîrmeha 2022’yan de ji ajansa me re ragihandibû memûrên girtîgehê ferz kirine ku li ber çavê wan derman vexwin. Ayferê diyar kiribû ji ber ev pêkanîn qebûl nekiriye derman nedanê û îşkenceya psîkolojîk lê hatiye kirin. Her wiha gotibû ji ber vê jî du meh cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn. Piştî nûçeya me zextên rayagiştî ava bû û Ayferê gotibû piştî vê dermanên wê hatine dayîn.
 
 Di bernameya televîzyonê de hedef hat nîşandan
 
Ayferê her wiha ji ajansa me re ragihandibû ku di bernameyeke televîzyonê ya bi navê TRT Worl de navê wê aşkera hatiye dayîn û hedef hatiye nîşandan, îşkence û tundiya psîkolojîk lê hatiye kirin. Ayferê ji bo ku bername bê rakirin ji wezareta dadê re name nivisî û di bersiva  hat dayîn de jî tespît hat xwestin.
 
Li aliyê din Ayfer ku 15 sal in girtiye diyar kir ku ji ber  Saziya Tipa Edlî (ATK) raporên adîlane nade qet serlêdan nekiriye.
 
Ayferê di 26’ê Mijdara 2021’ê de ji ajansa me re peyam şand û got: “Di şexsê girtiyên nexweş de li ser navê hemû girtiyên jin ji bo hestiyariya we JINNEWS’ê spas dikim. Hûn dengê me didin bihîstin û dibin dengê me. Em ê nirxên xwe yên pê bawer dikin bidomînin, dixwaze bila me qebûl bikin dixwaze nekin. Heta dikarin bila tecrîda giran pêk bînin. Em dest ji rastiyan bernadin.”
 
 Di têkoşîna jiyanê de bi biryar e
 
Ayfer tevî hemû şert û mercên giran ên girtîgehê tevî bandora mezin a dermanan a li ser bedena wê, bi piştgiriya hevalên xwe bi hêza ku ji hevalên xwe digire, têkoşîna jiyanê dide.