ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN

  • 09:00 23 Hezîran 2023
  • Rojev
*Xweşikbûn têgehek bi qasî ku di qada huner, felsefe û estetîkê de nayê sînorkirin, berfireh e. Estetîk li gorî daxwazên mêr wek bedena jinê hatiye destgirtin û ev ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve bi zanebûn hatiye afirandin. Ji demên ku her tiştê jiyan xweş dikir û nirx didayê pîroz dihat hesibandin, dayina mînakê hîn watedar e. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Girtiya nexweş a giran Ayfer Ayçîçek a sewqî nexweşxaneyê hat kirin bijîşk jêre got ‘tu dikarî salek din jî girtî bimînî’.  Ayferê da zanîn ku bi alîkariya hevalên xwe moral dibîne û têkoşîna jiyanê dide.
 
* Endama Komîsyona Bawerî û Gelan a HDK’ê Nergîs Guzel  der barê projeyên ÇEDES’ê de nirxandin kir û got navekî din yên asîmîlasyonê êdî perwerdeye û wiha domand: “DAIŞ’ê hewl da kevneşopiya îslamî bîne Rojhilata Navîn. AKP jî berdewama wê ye. Divê civak rabe ser piyan. Ger em ciwanên xwe winda bikin em ê heqîqeta xwe winda bikin." BI DÎMEN
 
*Parêzer Mîrîam Fîedîng diğyar kir ku şerê ku desthilatdariyê li hember Kurdan û hemû gelênTirkiyeyê daye destpêkirin zilm e û bang li  CTP ya ku raporên der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 27 mehe agahî jê nayê girtin, aşkera nake kir û got divê peywira xwe ya etîk û siyasî bîne cih. DÎMEN HEYE
 
*Berdevka Kongra Star Rihan Loqo ya bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da banga derketina qadan kir û  got.”Ji bo em xwe biparêzin, banga min ji hemû rêxistin û tevgerên jinan ew e ku em dakevin qadên azadiyê û em qadan bi hev re geş bikin. Em li dijî sîstemên desthildatdar û xayin derkevin. Bi rihê yekîtî, rêxistin û hevgirtina me, em ê dawî li van planên qirêj û êrişan bînin.” DÎMEN HEYE