Êrîşên Tirkiyeyê li Amedê hatin şermezarkirin

  • 20:04 22 Hezîran 2023
  • Rojane
AMED- Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Amedê der barê qetilkirina hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cigira wê Lîman Şîwêş û Firat Tûma de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku operasyonên dersînor yên heta îro hatine kirin, tu piştgirî nedaye çareseriya pirsgirêka Kurd.
 
Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Amedê der barê  komkujiya dewleta Tirk a di 20’ê Hezîranê de li dijî Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş û alîkara wê Lîman Şiwêş û ajovanê wan Firat Tûma bi SÎHA'yan pêk hat de daxuyanî da. Daxuyaniya li Qada Deriyê Çiyê hat dayîn, edamên Partiya Çep a Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û hevberdevkên  Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û parlamentere Partiya Çep a Kesk Cengîz Çîçek, Mehmet Kamaç û Sînan Çîftyurek tevli bûn. Polîsan beriya daxuyaniyê girse dorpêç kir û  îdia kirin ku daxuyaniyên HDP’ê hatine qedexekirin û hewl dan astenb ikin. Hevserokên Partiya Çep a Kesk bertek nîşanê rewşê dan û piştre her sê parlamenter ji çapemeniyê re axivîn.
 
‘Çareserî ne ÎHA ne jî SÎHA ye’ 
 
Sînan Çîftyurek di daxuyaniya ku bin dorpêçê de hat dayîn de komkujiya li Rojava pêk hatiye şermezar kir û wiha got: “Heta îro êrîşên di operasyonên dersînor de hatine kirin, dagikirin û komujiyan tu piştgirî nedaye çaerseriya pirsgirêka Kurd. Çareserî ne êrîş, ne dagirkirin, ne ÎHA ne jî SÎHA ne. Bila sere malbatan sax be.”
 
Sînan pêkanînên kêfî yên emniyeta Amedê jî şermezar kir û got: “Ev çalakiyek dijqanûnî nîne. Em komkujiya li Rojava şermezardikin.”
 
Piştî daxuyaniyê girse belav bû.