Dadgeha Îstînafê îşkenceya li hemberî zarokan wek 'munferît' pênase kir

  • 15:58 22 Hezîran 2023
  • Hiqûq
ERZIROM - Dadgeha Îstînaf cezayê ku li Midûrê Kursa Quranê Nuhî Karababa yê ku îşkence li 14 zarokan kiribû bi hinceta "Bûyereke munferit e" xira kir. Komeleya Berî Her Tiştî Zarok û Jin bertek nîşanî biryarê da û gotin: "Em li hemberî şîdeta ku di saziyên olî de pêk tên serî natewînin." 
 
Di sala 2021'ê de 14 zarokên ku di Kursa Quranê ya Mêran ê Haci Bahattîn Evgî ya girêdayî Wezareta Karê Diyanetê de bûn bi îşkenceya midûr Nûhî Karababa û xebatkar Ugur Gongur ve rûbirû man. Derbarê herduyan de doz hat vekirin û ji bo Nûhî 39 sal û ji bo Ugur jî 36 sal ceza hat dayîn. Lê Dadgeha Îdarî ya Herêma Erziromê biryara dadgeha herêmî xirakir. 
 
Derbarê biryarê de Komeleya Berî Her Tiştî Zarok û Jin daxuyaniyek da û bertek nîşan da. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ev biryar mirovan matmayî dike û wiha hat gotin: "Îfadeyên zarokan ji hêla Navenda Şopandinê ya Zarokan (ÇÎM) ve, li pêş kamerayê û ji hêla psîkolog û dozgeran ve hat girtin. Me têkoşînek da ku zarokan carekdin dernexin danişînê, lê belê biryar hat dayîn ku zarok carek din di Odeyên Hevdîtinê yên Edlî (AGO) de bên guhdarkirin. Ji ber vê sedemê hîn malbat dev jî gilîkirinê berdan.
 
Dadgeha Îstînafê bi hinceta "Bûyereke munferît e" biryar xirakir. Ev tişt tê wateya şîdeta psîkolojîk û fîzîkî. Zarok di îfadeyên xwe yên sala 2020-2021'ê de bal kişandibûn ser îşkenceyên ku pêk tên. Xirakirina biryarê tê wateya îhlalkirina mafê zarokan. Mixabin li Erziromê û bajarên derdorê li kursên Quranê bûyerên destdirêjî û şîdetê zêde ne. Lê belê ne zarok û ne jî malbat gilî nakin. An jî ji ber xizanî û bêhêziyê paşve gav davêjin. 
 
Ev biryara ku hatî dayîn baweriya zarokan a edaletê têk dibe. Bi mehan e zarok piştgiriya derûnî digirin. Ev biryara ku dê bibe sedema travmayên giran qebûl nakin. Em naxwazin carek din zarokên me biêşin. Em wek komele bang li raya giştî dikin ku bila zarokan bi tenê nehêlin. Em li hemberî şîdeta ku li saziyên olî pêk tên serî netewînin."