Qetilkirina jinên rêveber ên li Rojava hat şermezarkirin

  • 15:28 22 Hezîran 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş û alîkarA wî Lîman Şiwêş û ajovanê wan Firat Tûma, li Wan û Bazîdê hat protestokirin.
 
Komkujiya dewleta Tirk a di 20’ê Hezîranê de li dijî Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş û alîkara wê Lîman Şiwêş û ajovanê wan Firat Tûma bi SÎHA'yan li gelek bajaran hate şermezarkirin.
 
Agirî
 
Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li ber avahiya HDP'ê ya navçeya Bazîd a Agirî daxuyaniyek hat dayîn. Rêxistina Navçeyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endama Meclisa Partiya ya HDP'ê Leyla Aşkan, berdevkên navçeyan ên Partiya Çep a Kesk û Parlamentera Agiriyê ya Partiya Çep a Kesk Necla Demîr û gelek welatî tevli daxuyaniyê bûn. Li ser navê girseyê Necla daxuyanî da.
 
'Êrîş dewam dikin'
 
Neclayê bal kişand ku neçareseriya hikûmetê di pirsgirêka Kurd de, di dema hewldana şikandina pirên di navbera gelan de, dualîbûn kûrtir kir û got, şerê navxweyî yê Sûriyê ku ji sala 2011'an ve berdewam dike, bûye sedem ku bi milyonan kes ji cih û warên xwe koçber bibin. Neclayê destnîşan kir ku şer bûye sedem ku xelk bibin penaber û mexdûr bibin, Necla anî ziman ku hêzên herêmî û navneteweyî yên li pêşberî aştiyê bûne şirîkên van komkujiyan. Necla da zanîn ku hikûmeta AKP’ê bi israr e ku bi polîtîkayên li dijî jinê û li dijî Kurdan êrîşên sîstematîk li ser hemû qadên jiyanê pêk bîne û got, “Bi hezaran pêşengên têkoşîna azadiya Kurd û têkoşîna azadiya jinê hatin girtin û qetilkirin. Qadên siyaseta demokratîk kirin hedef.  Êrîşên li dijî saziyên siyasî yên demokratîk ên li welêt bi awayekî piralî dewam dikin."
 
'Tecrîd û di şer de israrkirin'
 
Neclayê destnîşan kir ku doza Kobanê doza qirkirina siyasî ye û operasyonên li dijî vîna gelê kurd "hewldanên darbeyê ne" û got, "Her roj em bi pêleke nû ya êrîşan re rû bi rû ne. Êrîşên dewleta Tirk ên li ser sînor gihiştine asteke ku zirarê dide hesta jiyana hevbeş a gelê Kurd û Tirk. Roja borî hevseroka kantona Qamişlo Yusra Derwêş, Lîman Şiwêş û Firat Tûma ku li kantona Qamişlo ya Bakur-Rojhilatê Sûriyê di wesayitekê de bûn, ji aliyê SÎHA'yan ve hatibûn kuştin. Ev êrîş li dijî gelê Kurd yê birûmet e ku welat, gel û vîna xwe li dijî DAIŞ’ê diparêze.”
 
Daxuyanî bi dirûşma "Şehîd namirin" û bi çepikan bi dawî bû.
 
Wan
 
Li Wanê jî li di pêşengiya TJA'yê de li ber avahiya HDP'ê bi daxuyaniyekê êşrîşa li bi SÎHA'yan a li hemberê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat şermezarkirin.  Hevserokên HDP'ê yên bajêr û navçeyan,, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û rêxistinên bajar û navçeyan, rêxistina Partiya Çep a Kesk a Bajêr û navçeyan, Parlementerên Mûş û Qersê û Komeleya Alîkariyê. Komeleya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUHAY-DER), MEBYA-DER, Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tevli bûn. Di daxuyaniyê de pankarta bi wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane ku nivîsa  "Li diji qirkirina siyasî, li diji qedliaman, li dijî tecrîdê bijî berxwedana gele Kurd" hat hilgirtin.
 
Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sağyiğit li ser navê girseyê daxuyanî da.
 
'Jin jiyan azadî' nîşan dide ku sedsala 21'an sedsala jina ye'
 
Gulcan, anî ziman ku divê demildest ev qetlîam û êrîşên li ber çavên cîhanê tên kirin bên rawestandin û got, “Em bang li raya giştî ya cîhanê û welat, rêxistinên girseyî yên demokratîk û hemû dijberên şer dikin ku li hemberî êrîşan hestiyar bin. Ev êrîş binpêkirina hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye. Em bang li civaka sivîl a navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî dikin ku li hemberî van êrîşên ku hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan nas nakin, erka xwe pêk bînin. Li aliyê din weke me duh jî got em îro jî dubare dikin. Em ne teslîmî tarîtiya DAIŞ’ê bûn û ne jî destûr da dagirkeriya hevkarên wê. Divê her kes bizane ku dirûşma me ya 'Jin Jiyan Azadî' ya ku di encama têkoşîna me ya azadiya jinê de ji hemû qadên cîhanê bilind dibe, nîşan dide ku ev sedsal wê bibe sedsala jin û Kurdan. Li vir em soz didin hemû kesên ku di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane; Em ê bi rêgezên wan ji bo avakirina jiyaneke civakî ya nû têbikoşin, em ê li ser esasê wekhevî siyaseta demokrasî, aştî û jiyana hevpar biparêzin.
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” û “Şehîd Na mirin” bi dawî bû.