HDP’a Edenê qetilkirina Yusra Derwêş şermezar kir

  • 14:43 22 Hezîran 2023
  • Rojane
 
 EDENE - Têkildarî qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, Rêxistina HDP’a Edeneyê daxuyanî da û wiha got: “Ya ku hatiye kirin sûcê li dijî mirovahiyê ye. Her wiha binpêkirina mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî ye.” 
 
Rexistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê têkildarî qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, cîgira wê Lîman Şiwêş û ajokarê wan ê suryan Firat Tûma ji hêla dewleta tirk ve li avahiya partiyê daxuyanî da. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tûlay Hatîmogûllari, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclisa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Parlamenter Tulay beriya daxuyaniyê axivî û bertek nîşanî qetilkirina Derwêş, Şiwêş û Tûma da. Hatîmogûllari ev tişt anî ziman: “Ji bo ku gelê kurd xwedî statûyekê nebe, îktîdar çi ji dest tê dike. Divê hemû derdorên demokratîk li dijî van êrişan derkevin û têkoşîneke hevpar bidin.” 
  
Hevseroka HDP’a Edeneyê Helîn Kaya jî sûcên şer ên dewleta tirk rêz kir û da zanîn ku qetilkirina Derwêş, Şiwêş û Tûma sîcekî li dijî mirovahiyê e. Helîn, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev yek, binpêkirina mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî ye. Di serî de Neteweyên Yekbûyî, ev sûc li pêş çavê hemû cîhanê hatiye kirin. Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî li dijî van sûcan bêdeng man û bi vê yekê piştgiriyê didin van sûcan. 
 
Têkoşîna ku îro li dijî tarîtiya DAIŞ’ê li Rojava tê meşandin û modêla neteweya demokratîk a hatiye avakirin, bûye çavkaniya hêviyê ya gelên bindest. Lê belê Tirkiye û tifaqên wê yên qirêjî yên bi hêzên herêmî, êrişî Rojava û têkoşîna azadiyê ya jinên kurd dikin. Banga me ji bo tevahiya raya giştî ya navneteweyî ew e ku li dijî van êrişan bikevin nava liv û tevgerê. Em van êrişan şermezar dikin.”