Danişîna doza siyasetmedar Emîne Ayna hat taloqkirin

  • 14:15 22 Hezîran 2023
  • Hiqûq
 
AMED - Di danişîna doza bi îdiaya “propaganda rêxistinê” li siyasetmedara kurd Emîne Ayna de hatiye vekirin, dozger jê re ceza xwest. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Emîne Ayna bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” tê darizandin. Danişîna 5’emîn a doza Emîne li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Emîne tev li danişînê nebû û parêzerê wê Resûl Temûr di danişînê de amade bû. Danişîn bi mutalaya derbarê dozê ku dozger pêşkêş kir de dest pê kir. 
 
Dozger xwest ji ber “propaganda rêxistinê” ceza li Emîne Ayna bê birîn. Dozger îdia dike ku Emîne dema Hevseroka Giştî ya DBP’ê bûye di navbera 2013’yan û 2016’an di xebat, çalakî û daxuyanî û bernameyên tev li bûye de “propaganda rêxistinê” kiriye. Dozger xwest ji salekê heta 5 salan cezayê hepsê li Emîne bê birîn. 
 
Parêzer Resûl Temûr ji bo dikaribe li dijî mutalayê parastinê bike daxwaza dema zêde kir. Şandeya dadgehê daxwaza Resûl qebûl kir û danişînê taloqî 5’ê cotmehê kir.