'Mertalên parastinê yên li ser bersûcan rakin'

  • 13:40 22 Hezîran 2023
  • Rojane
 
 
ENQERE - Doza Komkujiya Liceyê, ji ber mirina leşkerê bersûc betal bû. HDP'ê têkildarî mijarê daxuyanî da û wiha got: “Ev doz ji bo rewakirina sûcên li dijî kurdan hatiye betalkirin.” Her wiha HDP'ê got:"Mertalên parastinê yên li ser bersûcan rakin." 
 
Di 22’yê Cotmeha sala 1993’yan de zarokekî 2 salî jî di nav de bi giştî 14 sivîl li navçeya Licê ya Amedê di encama êrişa leşkerî ya bi hinceta kuştina Fermandarê Herêmê yê Cendirmeyan Bahtiyar Aydin de hatin qetilkirin. Her wiha 35 welatî birîndar bûbûn û 402 mal û 242 kargeh jî hatin şewitandin û talankirin. Têkildarî komkujiyê doz hatibû vekirin û doz piştî 30 salan bi necezakirinê biencam bû. Hevberdevkên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûray Ozdogan û Serhat Eren têkildarî komkujiyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku betalkirina Doza Komkujiya Liceyê, ji bo rewakirina sûcên dewletê yên li dijî gelê kurd in. 
 
Pêvajoya dozê
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hêzên dewletê yên ku kuştina Fermandarê Cendirmeyan ê Herêma Amedê Tuggeneral Bahtiyar Aydin weke hincet nîşan dayîn, di 22’yê Cotmeha 1993’yan de li dijî navçeya Liceyê êrişeke leşkerî ya yekalî dan destpêkirin. Êriş, di tevahiya rojekê de domiya û zarokekî 2 salî jî di nav de, bi giştî 14 welatî hatin qetilkirin, 35 welatî birîndar bûn, 402 mal û 242 kargeh jî hatin şewitandin û talankirin. Ev nêzî 20 sal bûn ev dosya di refên tozgirtî de dihat hiştin, Serdozgeriya Komarê ya bi Rayeya Taybet ev dosya ji wan refan derxist, hinek delîl hatin komkirin û li hinek şahidan hate guhdarîkirin. 
 
Delîlên ku mexdûrên Komkujiya Liceyê û wekîlên wan dixwestin nehatin komkirin, daxwaza girtina kesên sûcê li dijî mirovahiyê kirine nehate qebûlkirin, daraz her tim hate vehêlandin. Darizandin, li şûna tespîtkirina bûyer û faîlan zêdetir, xizmet ji parastina kujeran re kir, dadgehê bersûc weke mexdûr û mexdûr jî weke bersûc nîşan da. Dadgehê, fermandarên ku fermana komkujiyê dabûn, faîlên leşkerî û siyasî, faîlên raste rast tev li komkujiyê bûn jinedîtî ve hat û israr kir ku vê dozê li ser tenê bersûcekî bidomîne. 
 
Bersûc mafdar dît û biryara beraetê da
 
Di dosyayê de girtekên cihê bûyerê, lêgerîn û desteserkirinê, raporên kesê pispor û di serî de qeymeqamê wê demê, hemû peywirdarên cemaweriyê di îfadeyên xwe de diyar kirin ku pevçûnekî hewcehiya wê bi mudaxalekirinê hebe derneketiye. Her wiha li sedan welatiyên Liceyê hate guhdarîkirin û gotin ku kesên mal û kargeh şewitandin û talan kirine leşker û polîs bûn. Tevî van îfadeyan jî dadgehê bersûc mafdar dît û biryara beraetê da. Piştî ku dadgeha temyîzê ev biryar betal kirî, bersûc Eşref Hatîpoglû mir. Li ser vê yekê jî biryara betalkirina dozê hate dayîn. Polîtîkaya necezakirinê ku di darizandina sûcên ku faîlê wê dewlet de bi biryarên beraet û demborînê re dihat domandin, bi betalkirina dozan re derketiye qonaxeke din. 
 
Divê dewlet li gorî normên hiqûqa gerdûnî de tevbigere 
 
Îktîdar biguherin jî di polîtîkaya necezakirinê de israrek heye. Ev yek jî li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê û hiqûqê mezintirîn astengî ye. Divê dewlet li gorî normên hiqûqa gerdûnî de tevbigere û faîlan ceza bike. Ev yek ne lûtfek lê mezbûriyeteke. Ev darizandinên bi awayekî sembolîk tên kirin û karesatên hiqûqê yên li pey hev derdikevin holê nîşanî me didin ku tarîtiya salên 90’î tu caran bi dawî nebûye. Tenê konsept guherî ye. Heta ku bi sûcên li dijî mirovahiyê yên di salên 90’î re hevrûbûnek çênbe, heta ku faîlên komkujiyan bi awayekî bibandor neyên cezakirin, mimkin nîne ku pergaleke demokratîk û aştiyane were avakirin. Em careke din bang li meqamên têkildar dikin; Komkujiya Liceyê sûcekî li dijî mirovahiyê ye û divê mertalên parastinê yê siyasî yê li ser faîlên wê were rakirin û bên darizandin. Her komkujiya ku bêceza tê hiştin, her faîlên hatine parastin/xelatkirin dê vî welatî bêhtir ber bi tarîtiyê ve bibin.”