Berteka li dijî êrişan: Em ê rêxistinbûyina xwe hîn xurt bikin

  • 10:19 22 Hezîran 2023
  • Rojane
 
 
Mîdye Miqted
 
ŞEHBA - Jinên li Şehbayê li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet hedefgirtina jinên pêşeng nerazîbûna xwe nîşan dan û wiha gotin:"Ji dagirkeriya dewleta tirk re êdî bes e! Têkoşîna me ya jinan wê berdewam bike heta ku em vê dagirkeriyê têk dibin. Em ê rêxistinbûyin û têkoşîna xwe ya li hemberî êrişan xurtir bikin."
 
Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Herî dawî di 20'ê Hezîrana 2023'yan de dewleta tirk bi SÎHA'yan Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş û Firat Tuma kir hedef û jiyana xwe ji dest dan. Li dijî êrişan çalakî li gelek cihan hatin lidarxistin û nerazîbûn li hemberî hedefgirtina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş û Firat Tuma hat nîşandan. Jinên li Şehbayê jî bertek û nerazîbûnên xwe yên li dijî êrişan nîşan dan û gotin dewleta tirk dixwaze di şexsê jinê de civakê tune bike lê belê wê têkoşîna wan li dijî van êrişana bidome. 
 
'Em ê rêxistinbûyina xwe hîn xurt bikin'
 
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Efrîn-Şehbayê Hemîde Mihemed Omar da zanîn li dijî êrişên dewleta tirk ew ê rêxistinbûyina xwe bêtir mezin bikin û wiha got:"Dewleta tirk bûyer û kiryarên hovane bi ser gelê me de dide meşandin. Di heman demê de jinên ku têkoşîna xwe ji bo parastina projeya neteweya demokratîk didin meşandin, şehîd dikevin. Ji ber ku hêza jina kurd ji bo dewleta tirk metirsiyek e loma jî êriş dike. Jinên jêhatî yên kar û xebatan didin meşandin dibin hedefa dewleta tirk."
 
'Dewleta tirk dixwaze jin û jiyanê tune bike'
 
Hemîde diyar kir ku ji ber jin jiyan e loma jî êriş lê tê kirin û tê xwestin jin bê îrade bên hiştin û wiha pê de çû:"Bila jinên me bêdeng nemînin û rabin ser piyan. Têkoşîna xwe xurt bikin. Ji ber ku dewleta tirk bi şev û roj ji bo têkbirina jina kurd xebat û şerê giran dike, dixwaze jiyanê tune bike. Lê belê em ê nehêlin tu kes me û jiyana me tune bike. Em ê têkoşîn û berxwedana xwe li ser xeta têkoşerên azadiyê bidomînin."
 
'Dewleta tirk dixwaze di şexsê jinê de civakê tune bike'
 
Endama Koordînasyona Kongreya Star a navçeya Ehdas-Şehbayê Hêvîn Mihemed da zanîn dewleta tirk di şexsê jinê de dixwaze civakê tune bike û wiha lê zêde kir:"Ji ber ku di roja me ya îro de jin bi erk û rola xwe radibe û di her qadên civakê de cihê xwe digire û bûye pêşenga civak û şoreşa îro lewma êrîşên dewleta tirk li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin. Di bingehê de jinê dike hedefa xwe û di kesayeta jinê de dixwaze civakê tune bike."
 
Bêdengiya li hemberî êrişan
 
Hêvînê bal kişand ser bêdengiya Hikumeta Şamê û dewletên navneteweyî û wiha dewam kir:"Em di heman demê de bêdengiya dewletên navneteweyî ya li hemberî van kiryaran şermezar dikin. Pêwîst e hemî dewlet û di nav de Hikumeta Şamê bendekê li hember van êrîşana dayne û mafê welatiyan biparêze."
 
'Ji bo jin rola xwe ya di nava civakê de nelîze dibin hedef'
 
Endama Desteya Kar û Barên Civakî Nemet Elîko da zanîn divê li dijî êrişên bêîradehiştina jin û civakê ew gavên xurtir biavêjin û wiha got:"Bi êrişan di rastiya xwe de jin û civak hedef tên girtin. Ji bo jin rola xwe ya di nava civakê de nelîze dibin hedef. Em van kiryarana tu carî napejirînin. Em bêdeng namînin û wê berteka me ya herî tûj derkeve pêş. Banga me ji dewletên navneteweyî heye ku helwesta xwe li hemberî van komkujîna eşkere nîşan bidin. Divê bêdeng nemînin û li mafê jinê û civakê xwedî derkevin."