ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN

  • 09:00 22 Hezîran 2023
  • Rojev
*Jinên li gundê Elîbegan a Gêlê ya Amedê behsa şert û mercên zehmetiyên komkirina nîskan kirin û diyar kir ku hatiniya ji erdên nîskan tê têra lêçûnê û debara malê nake. BI DÎMEN 
 
*Aktîvîsta ekolojiyê Şahînder Bayram  diyar kir ku cihê ku desthilatdariyê nekolaye nemaye û got: “Desthilatdarî ji bo têkoşîna azadiya Kurd parçe bike bi hinceta ewlehiyê daran dibire.  Polîtîka dijminahiyê diafirîne. Ligel vê hilweşîna ekolojîk pêk tîne. Çiqas xurt be jî nikarin me teslîm bigire.” DÎMEN HEYE
 
*Endama Piştevaniya Mor Îrem Kayikçi diyar kir ku wê li dijî polîtîkayên dijminê jinê û zarokan yên desthilatdariya AKP-MHP û Huda Parê têkoşîna rêxistinkirî mezin bikin û got: “Em dizanin ku deshtilatdarî û alîgirên wan ji destkeftiyên jinan xwedî dibin. Em ê li dijî vê zîhniyetê têkoşîna xwe ji nû ve û bi awayekî herî hişk biteşe bikin. Ev têkoşîn têkoşîna rizgariyê ye.” DÎMEN HEYE
 
*Têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan diyar kirin ku ew ê li dijî êrişan xwe biparêzin û gotin:"Rêxistinên mafê mirovan çima bêdeng e? Ev êriş û kiryarên bêexlaqî wê heya kengî berdewam be? Li dijî êrişan em ê berxwedana xwe bidomînin."
DÎMEN HEYE
 
*TJA wê li dijî êrişa li hemberî Bakur û Rojavayê Sûriyeyê û qetîlkirina siyasetmedarên jin dê Silopyaya Şirnexê daxuyaniyê bide. (12.30) BI DÎMEN