Kongra Star: Em ê ala wan ya berxwedanê hildin

  • 21:07 21 Hezîran 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star, qetilkirina Hevseroka Qantona Qamişloyê Yûsra Derwêş û cîgira wê Lîman Şiwêş şermezar kir û sersaxî xwest.
 
Meclîsa Kongra Star, bi daxuyaniyeke nivîskî Lîman Şiwêş, Yusra Derwêş û Firat Tûma bi bîr anîn.
 
Di daxuyaniyê de êrîş hatin şermezarkirin û wiha hate gotin: “Hedefgirtina Rîhan (Leyman Şiwêş) û hevrêya me Yusra Derwêş ne ji rêzê ye û bi taybet hatine hilbijartin. Erdoganê faşîst, hem ji pêşketina jinan ditirse, hem jî jina bihêz qebûl nake. Ji ber ku di feraseta wî de faşîzm û zilamtiya klasîk a 5 hezar salan kom bûye. Wekî zilamekê klasîk ê serdemê û gurê har bi awayekê bêperwa êrîşê her derê dike. Lê bila vê baş bizane ku ew ê di vê kîn, hêrs û faşîzma xwe de bifetise û di wijdana gelên heremê de were mehkûmkirin.”
 
‘Hevkarên sûc in’
 
Kongra Star di berdewamiyê de wiha vegot: “Hêjayî gotinê ye ku ev komkujî di dema civîna Astanayê û serdana Mesrûr Barzanî ya ji Tirkiyeyê de çêbû û em vê komkujiyê wekî lihevkirina Tirk, Rûs û PDK’ê dibînin û ew jî hevkarên vê komkujiyê ne. Mixabin qaşo ev kesên xwe wekî nûnerên Kurdan dibînin, di çi dem û pêvajoya teng de li kêleka gelê xwe nesekinîne û her tim li kêleka dijminê xwe ne. Kêliya ku Erdogan jinên Kurd ên pêşeng bi teknîka xwe ya herî pêşketî qetil dikirin, sed carî heyf û mixabin Mesrûrê qaşo nûnerê Kurdan li kêleka wî bi ken ji ragihandinê re poz didan û em jî wek jinên Kurd wî wekî hevkar dibînin û di wijdana xwe de mehkûm dikin.”
 
‘Em ala wan ya berxwedanê li erdê nahêlin’
 
Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Lê bila dagirker û hevkarên wan vê bizanin ku hevala me Rihan wekî tovê rihanê xwe spartiye hembêza xaka me ya pîroz û ev axa bi deh hazaran salan ji mirovatiyê re malovanî kiriye, wê biparêzin û ji tovê azadiyê yê hevrê Rihanê çandiye, di baxçeyê azadiyê de bi hezaran Rîhan şîn bibin û destûr nedin ku dagirker û hevkarên wan planên xwe yên qirêjî li welatê me pêk bînin. Em Kongra Star, ji malbat û hevrêyên heval Rihan re sersaxiyê dixwazin û bejna xwe li hemberî bibîranînên wan ditewînin û heta dawiyê em ê di xeta hevrêyên xwe de bimeşin û ala wan a berxwedanê hildin ser milê xwe.”