Jinên Başûr: Em ê têkoşîna Yusra û Lîmanê bidomînin

  • 20:39 21 Hezîran 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN Jinên Başûrê Kurdistanê li Sekoya Azadî ya Parka Silêmaniyê bi daxuyaniyekê qetilkirina Yusra Derwêş, Liman Şiwêş û ajovan Firat Tûma şermezar kirin û diyar kirin ku wê têkoşîna wan bidomînin.
 
Jinên Başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, alîkara wê Liman Şiwêş û ajovan Firat Tûma bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
 
Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di destpêka daxuyaniyê de hate diyarkirin ku careke din bi destê hêzên tarî bi êrîşên dronan Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, alîkara wê Lîman Şiwêş û ajovan Firat Tûma hatine qetilkirin. 
 
Di daxuyaniyê de êrîş hatin şermezarkirin û wiha hate gotin: “Kedkar û rêveberên sivîl ên Rojavayê Kurdistanê dema li ser erka xwe ne tên hedefkirin. Sersaxiyê li jinên azadîxwaz û aştîxwaz, malbatan û tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Ji destdana her jineke zirarê dide xebata azadiya gelê Kurd, valatiyek derdikeve ku tijekirina wê jî wisa hesan nîne.”
 
Jinan di daxuyaniyê de bal kişandin ser kesayeta Liman Şiweş û got: “Heval  Rihan di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de xwedî rolek girîng bû. Çiqasî qala têkoşîn û xebata hevrê Rihan a salên dûr û dirêj bikin kêm dimîne. Di destpêkirina Şoreşa Rojava û avakirina Rêveberiya Xweser de, roleke wê ya ber bi çav heye.”
 
Di dawiyê de ev tişt hatin gotin: “Bila dijminên azadiyê bizanin; jinên Kurd êdî windabûnê qebûl nakin, ji bo serketinê amade ye canê xwe feda bike. Ji bo xewn û xeyalên wan pêk bînin soz didin ku xebat û têkoşîna ji bo azadiya gelê xwe, ji bo azadiya jinan berdewam bikin.”
 
Daxuyanî bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” dawî bû.