Kongreya Star: Em ê xeta berxwedanê dewam bikin

  • 13:40 21 Hezîran 2023
  • Rojane
ŞEHBA - Kongreya Star li dijî êrişên dewleta tirk ên bi balafira mêrov a bi çek diyar kir ku ji bo têkbirina pirojeye netewa deokratîk êrîş pêk tên û got:" Tirsa me ji kesî tune ye, Şehîd hêza me ne. Em ê xeta berxwedanê dewam bikin." 
 
Di êrişa balafira bêmirov a bi çek a dewleta tirk a li ser rêya Tirbespiyê-Qamişloyê de Hevseroka Kantona Qamişloyê, Yusra Derwêş, cîgira wê Lîman Şiwêş û ajokarê wan Firat Tûma jiyana xwe ji dest dan. Di heman êrişê de hevserokê kantonê Gabî Şemûn jî birîndar bû. Ji bo şermezarkirina vê bûyerê îro Kongra Star a kantona Efrîn-Şehba daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star Rîhan Elo ve li pêşiya navenda Kongreya Star a kantona Efrîn-Şehba ve hat xwendin. Di daxuyaniyêde endamên saziyên jin û partiyan amede bûn.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Di berdewamiya siyaseta hedefgirtina sîstematîk a dewleta tirk a dagirker a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de roja sêşemê, otombîleke Meclîsa Kantona Qamişloyê bi xayîntî ji aliyê  dewleta dagirker a tirk ve hate hedefgirtin. 3 kes di nav wan de hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê jina azadîxwaz  Yusra Derwêş û cîgira wê, Leman Şwêş û ajovanê wan Firet Tûma  gihêştin asta şehadetê. Hevserokê Meclisa Kantona Qamişloyê jî  birîndar bû dema ku  bi erkên xwe radibûn  hatin hedefgirtin.
 
Siyaseta hedefgirtinê ya ku dewleta dagirker a tirk dimeşîne eşkere bûye bi armanca qirkirina gelê kurd û projeya Rêveberiya Xweser dixine hedefa xwe. Ji ber ku di nexşeya Sûriyeyê ya nû de sîstema herî guncav e, ji bo çareserkirina aloziyê. Ji ber ku vîna gelan esas digire.
Ev êrîşên hovane yên li ser  gel û rêxistina me didin meşandin ji Şehba heya çiyayên azad şerekî îdeolojîk û pêkanîna êrîşên sîstema faşîst yên li ser projeya Netewa Demokratîk e. 
 
Weke tê diyarkirin dewletên komploger di civînên Astanayê de li hev kirin ku êrîşî sîstema me bikin, bi hemû rêbazên şer yên qirêj. 
Em jî bi navê Kongra Star a kantona Efrîn Şehba, em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê xwe re dixwazin."
 
Em kiryarên van êrîşan şermezar dikin. Em ê nehêlin dijmin bandorê li ser moralê me bike, ji ber ku  me xeta şehîdan, xeta heqîqetê û felsefeya Rêber Ocalan hilbijart. Hedefgirtina pêşengên jin tê wateya têkçuna wan û projeyên wan ên faşîst. Şoreşa me şoreşa jinê ye, îradeya me her tim xurt e. Em ê bi biryartir bin, bi hêztir û yekgirtî bin. Heta serketinê em ê şopdarên rêya şehîdan bin. Her wiha em bang li garantorên navneteweyî yên agirbesta li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku berpirsiyariya xwe bi cih bînin û li dijî terora dewleta tirk a dagirker bisekinin. Tirsa me ji kesî tune ye, Şehîd hêza me ne. Em ê xeta berxwedanê berdewam bikin."